Konferansa 3'yemîn a Jinên Kurd a herêma Krasnodarê pêk hat
- 15:23 18 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa 3'yemîn a Jinên Kurd a Herêma Krasnodarê ya Rûsyayê hate lidarxistin.
Konferansa 3'yemîn a Jinên Kurd a herêma Krasnodarê ya Rûsyayê bi beşdariya 70 aktîvîst, pêşeng û nûnerên tevgerên jinan ên li herêmê pêk hat.
Konferansê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Di konferansê de fikrên Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinê, encamên xebatên salê û her pirsgirêkên heyî yên jinên Kurd hatin nîqaşkirin. Fîlmek li ser jinên Kurd yn leheng û navdar hate nîşandan.
Di konferansê de sînevîzyonek li ser Jineolojiyê hate nîşandan.
Di konferansê de berdevka dîplomasiyê ya Komîteya Jinên Kurd a Krasnodarê Guhar Hesen li ser karê salekê yê tevgera jinan axivî û rapora tevgera jinan xwend.
Endamên Komîteya Jinên Kurd a Krasnodarê Sînema Mehmed û Maral Gasanova jî ji bo pêşvebirina tevgerê pêşniyarên xwe zêde kirin û bal kişandin ser girîngiya parastina nasnameya çandî.
Beşdaran jî nêrînên xwe parvekirin. Di nav nêrînan de berfirehkirina bernameyên perwerdehiyê, afirandina înîsiyatîfên giştî û xurtkirina têkiliyên dîplomatîk hebûn.
Ji bo bi destxistina mafên jinan û xurtkirina rola wê ya di malbat û civakê de tedbîr hatin pêşniyarkirin.
Konferansa sêyemîn a jinên Kurd ji bo civaka Kurd a herêma Krasnodarê bû bûyereke girîng. Wê tekezî li ser pêwîstiya xebata hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî hate kirin. Beşdaran diyar kirin ku civînên bi vî rengî îlhamê dide wan ku ji bo wekhevî û edaletê têkoşînê geştir bikin.
Konferans bi coş bi dawî bû.