ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 18 Kanûn 2024
  • Rojev
 
* Parêzera dosya Narîn Guran Canan Atabay wiha got: “Li gorî min dosyayeke ku divê hîn profesyonel û hîn lezgîntir, baştir bihata meşandinê bû. Lê em dibînin ku tecrubeyek wisa ya hêzên ewlehiyê tuneye. Ji ber vê jî hinek alozî hene.”
 
*Jinên Kurd bi laşên xwe yên ne zindî jî dibin destan. Keça dayika Taybet, ku bedena nasnameya Kurd bi canê xwe da, Şaristan Algan di 9’emîn salvegera qetilkirina dayika xwe de got: “Em hene û em ê her tim hebin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji doza xwe berndin.” BI DÎMEN 
 
* Lêkolîner Hamîde Rencus da zanîn ku li Sûriyeyê jî dixwazin wek dewletek cîhadîst a wek Afganîstanê bê avakirin û li Rojhilata Navîn navendek çeteyan a cîhadîst bê avakirin. Hamîde Rencus got ewlehiya canê aliyên sekuler tuneye û tevî van xetereyan sosyalîstên Tirkiyeyê temaşevan dimînin.BI DÎMEN 
 
*Ji Jîneolojiyê Eylem Akti der barê “Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan”  ya ku şaredariya bajarê mezin a Wanê vekir de axivî û got: “Ev wek berdewama pirtûkxaneya ku hevalên Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê vekiribû ye. Em ê wek şopdarên Sîmone û Nagîhanê xeyalên wan pêk bînin.”BI DÎMEN 
 
*Dengbêj Mukaddes a ku mîrateya Eyşe Şan hiştiye, wiha got: “Dema ku hûn li Eyşe Şan guhdarî dikirin, ger hûn birçî bûna, we yê xwe têr bikira. Wan jiyana xwe ji dest da, lê pêdivî heye ku kesek kevneşopiya wan li dû xwe hiştine, bidomîne."BI DÎMEN