Li Îranê mamosteya bi navê Ferîba Enamî ji karê xwe hat dûrxistin
- 14:33 17 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê Wezareta Perwerdeyê mamosteya jin ya bi navê Ferîba Enamî ji karê wê dûrxist.
Zextên rejîma Îranê yên li ser çalakvan û Kurdan bê navber berdewam dikin. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku li gorî Encûmena Sendîkaya Mamostayên Îranê, mamostayek jin ji wezîfeya wê hatiye dûrxistin.
Çavkaniyê ragihand ku mamosta Ferîba Enamî li bajarê Gîlan cara duyem e ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve ji wezîfeya wê tê dûrxistin.
Hate gotin ku mamosta Ferîba Enamî beriya niha bi hinceta xwendevanan teşwîq kirine ku tevlî xwepêşandanan bibe, ji karê wê hatibû dûrxistin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di nava hefteyekê de zêdetirî 8 mamostayên Rojhilatê Kurdistanê ji wezîfeyên xwe hatine dûrxistin.