Li Îranê zagona ‘hîcab û îfetê’ hat şermezarkirin
- 13:01 17 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 100 civaknas û profesorên zanîngehê bi daxuyaniyekê ragihandin ku zagona ‘hîcab û îfetê’ protesto dikin, destnîşan kirin ku ev zagon binpêkirina mafên sivîlan e û xwestin demildest were xirakirin.
Li Îranê 100 civaknas û profesorên zanîngehê zagona ‘hîcab û îfetê’ protesto kirin û der barê encamên vê zagonê de hişyarî dan. Di daxuyaniya ku îmzeya civaknas û profesorên zanîngehan hebû, hat destnîşankirin ku zagon teşwîqî tundî, bêewlehiya civakî dikin û di serî de jin mafên mirovan ên medenî û civakî bi awayekî cidî tên binpêkirin.
‘Divê biryar demildest were xirakirin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Zagona ‘hîcab û îfetê’ civakê krîmînalîze dike, li dijî welatiyan fermana tundiyê dide, nûnertiya mudaxeleya dewletê ya jiyanê û mafên welatiyan dike. Zagona mijara gotinê teşwîqî kînê dike. Em dixwazin biryar demildest were xirakirin û civaka ku li ser vê xakê dijî bi taybetî cihêkariya li dijî jinan bi dawî bibe.
Piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zextên li dijî jinan zêde bûn, piştî serhildana şoreşa zagona mijara gotinê di demek nêz de hat erêkirin. Zagon di nava Îranê û derve de rastî gelek bertekan hat, gelek aktivîstên di qadên cuda de zagon şermezar kirin. Li dijî erêkirina zagonê û pêkanîna wê protesto belav bûn, di 14’ê Kanûnê de 2 parlamenteran, ragihandin ku niha pêkanîna zagonê hatiye taloqkirin.”