ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 17 Kanûn 2024
- Rojev
*Mûrûvet Kuçuk a ji Alinteriyê êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxand û got: "Pêwîst e ruhê sala 2014’an di şert û mercên îro de ji nû ve birêxistin bike û zindî bihêle. Dixwazin her tiştê ku mirovahî dikare wekî hêviyê pê ve girêbide tune bikin. Rojava yek ji van beşên herî girîng e û divê were parastin." BI DÎMEN
*Ji Rêveberiya Însiyatîsa Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Emne Xidro têkilarî aloziya li Sûriyeyê û geşedanên dawî da zanîn ji bo bidawîbûna aloziyan çareserî Netewa Demokratîk e û wiha got:"Projeya Netewa Demokratîk çavkaniya çareseriyê ye." BI DÎMEN
*Di 8-17'ê Kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li Taxa Oleka Jor a Bedlîsê hat hilweşandin û cenazeyên goristanê di qutuyên plastîk de di binê peyareyên Goristana Kilyosa li Stenbolê veşartin. Tevî ji ser vê bûyerê 7 sal derbas bûye jî lê belê hîn cenazeyên radestî malbatên wan nehatine kirin hene.