Zarokên Şengalê jî tevlî kampanyaya alîkariyê bûn

  • 16:04 16 Kanûn 2024
  • Rojane
 
      
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokên dibistanên girêdayî ‘Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyan’ jî tevlî kampanyaya alîkariyê ya Rêveberiya Xweser bûn. Zarokên Şengalê ji bo zarokên koçber ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstiyên jiyanê şandin.
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê 8’ê Kanûnê li Sinûnê ji bo piştgiriya koçberên herêma Firatê ya Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ragihandibû. Kampanya li hemû gund, komelgeh û bajarê Şengalê belavbû û bi tevlîbûneke xurt meşiya.
 
Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyan jî li dibistanên Kurmancî (latînî) kampanya dan destpêkirin û di vê çarçoveyê de zarokên dibistanên kurmancî ji bo alîkarî şandina ji zarokên koçber re tevlî kampanyayê bûn.
 
Xwendekarên dibistanan alîkariya xwe kirin paket û li dibistanê radestê mamosteyên xwe kirin.
 
Zarok her wiha silav ji zarokên koçber yên li ber sir û seqema zivistanê li ber xwe didin re şandin û piştgirî dan.