Rêxistina Sara peyamek ji Konseya Mafên Mirovan a NY’yê re şand
- 15:58 16 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan de, peyamek ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re şand û wiha hat gotin: "Lêpirsîneke navneteweyî ya lezgîn û serbixwe bê kirin, li ser binpêkirinên ku di van herêman de li dijî jinan tên kirin û hesab ji berpirsyaran bê pirsîn."
Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan, ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re peyamek şand û ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga destwerdana lezgîn kir.
Di peyamê de hate gotin:
“Ji bo bidawîanîna binpêkirinên giran ên li ser jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên Efrîn, Til Rifet, Şehba (bakurê Helebê) û Minbicê, em vê banga lezgîn pêşkêşî we dikin. Raporên ku ji van herêman tên, nîşan didin ku rewşeke xirab heye ku divê civata navneteweyî helwesteke rasteqîn û çalak nîşan bide.”
Di peyamê de hate gotin ku bi taybet jinên li Efrîn, Til Rifet, Şehba û Minbicê rastî koçberkirina bi darê zorê, tundiya sîstematîk, bêparkirina ji xizmetên bingehîn û nebûna ewlehî û dadmendiyê tên.
Rêxistina Sara her wiha di peyamê de diyar kir ku ev kiryar li gorî zagonên navneteweyî jî sûc in.
Di nameyê de ev tişt ji Konseya Mafên Mirovan hatin xwestin:
* Lêpirsîneke navneteweyî ya lezgîn û serbixwe bê kirin, li ser binpêkirinên ku di van herêman de li dijî jinan tên kirin û hesab ji berpirsyaran bê pirsîn.
* Parastina sivîlan, bi taybetî jinan, rawestandina koçberkirina bi darê zorê û mîsogerkirina vegera ewle û birûmet a koçberan.
* Pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bilez û berfireh ji bo jinên ziyandar, wekî xizmetên tenduristî û piştevaniya derûnî û civakî.
* Xurtkirina beşdarbûna jinan di prosesên aştî û biryardayînê de û rêzgirtina mafên wan."
Rêxistina Sara di dawiyê de bang li Konseya Mafên Mirovan kir ku berpirsyariya xwe ya exlaqî û yasayî li hember jinên mexdûr bi cih bîne. Her wiha da zanîn ku bêdengiya civata navneteweyî rê dide ku ev binpêkirin berdewewam bikin, ev yek jî hewlên pêkanîna aştî û dadmendiyê têk dibe.