Ji Şaredariya Peyasê ji bo jinan perwerdeya nebatên dermanî

  • 14:13 16 Kanûn 2024
  • Rojane
 
AMED - Gerînendetiya Xizmeta Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê ji bo jinên li atolyeya hilberîna dixwînin perwerdehiya rûnê filfilê da.
 
Nebatên dermanan ên ku li Parqa 75’an a Baxçeyê Derman û Aromatîk ku girêdayî Şaredariya Peyasê ye şîn dibin, ji aliyê jinan ve dibin dermanên şîfayê yên xwezayî. Bi vê armancê li Çarçiya Keda Jinê a ku di bin banê Gerînendetiya Xizmeta Jin û Malbatê de xebatê dimeşîne û ji jinan re vekirî ye, perwerdehiya çêkirina rûnê filfilê çawa dibe nebatên dermanî hat dayîn. 
 
Di der barê mijarê de Gerînendetiya Xizmeta Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê diyar kir ku dê xebatên xwe ji bo asayîkirina pîşe û jiyana jinan berdewam bikin.