Li Viyanayê 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê'

  • 13:40 16 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê, li ber Sefaretxaneya Tirk a li Viyanayê bi rengekî sembolîk 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê' hate avakirin.
 
Li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên SMO'yê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi sembolîk 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê' hate avakirin.
 
Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên ku bi bahaneya 'Herêma Ewle' dike, hatin şermezarkirin.
 
Çalakger serê sibehê li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk li hev kom bûn û dirûşmên "Piştevanî niha" qîriyan.
 
Çalakgeran xwestin bi nûnerên Kurd ên li Rojava re diyalog bê danîn û êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a li Sûriyeyê bê rawestandin, daxwazên gelê Kurd bêne qebûlkirin û di serî de Awûstûrya welatên rojavayî dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.