ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 16 Kanûn 2024
- Rojev
*Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Kantona Firatê Mizgîn Xelîl da zanîn ku Tirkiye bi êrîşên xwe paradîgmaya Neteweya Demokratîk hedef digire û wiha got: “Tevî hemû êrîşan em ê paradîgmaya Neteweya Demokratîk mayînde bikin û biparêzin. Ji ber vê divê her kes li dora Rêveberiya Xweser bibe yek.”
*Ayşe Toksoz da zanîn ku projeyên der barê welidînê de serdestiya mêr û zayendperetiyê xwedî dike, destkeftiyên jinan hedef digire. Ayşe Toksoz got divê polîtîkayên jiyaneke baş bên şopandin.
*Parlamentera Katalonyayê Eulâlîa Reguant da zanîn ku divê civaka navneteweyî tehdîda DAIŞ’ê û Şoreşa Rojava ji nû ve bi bîr bîne û got: “Bi rêveberiya xweser re paradîgma Birêz Ocalan ya ku 10 sal in tê axaftin, yekane pêşniyara demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Ji ber vê divê her kes guh bide gotinên Birêz ocalan û tecrîdê bişkînin. Yekane rê ev e.”
*Di ser Komkujiya Cizîrê re ku 9 sal derbas bû, hîn jî gotinên gelek kesên hatin qetilkirin di bîranînan de cihê xwe diparêze. Heznî Aslan a ku tevî ev qas sal derbas bûye jî hîn cenazeyê keça xwe Hacer nedîtiye, bi hêviya “ez ê bibinim” lêgerîna xwe didomîne. DÎMEN HEYE
*Gotinên Devlet Bahçelî yên der barê ‘tasfiyekirina PKK’ê de’ rojevîbûna xwe diparêze. Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya ‘komployên li dijî serokê PKK’ê tirsa li hember nasnameya azad a gel e’ baldikşîne ser lîstikên dewletê û dibêje: “Çawa pêvajoya berê wek ‘ez û şer’ watedar bûye wê pêvajoya nû de jî wek ‘ez û aştî’ watedar bibe. Parçeyê esas ê hebûna min îrade û hişmendiya azad a Kurde.”
*Jinên ku ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava li ser sînorê Qamişlo nobetê digirin gotin: “Eger pêwîst bike em ê li hemû kolan û cadeyan bin. Yan dê dev jî êrişên xwe berdin an jî em ê heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê heta dawiyê dest ji daxwaza aştiyê bernedin." BI DÎMEN