Ji ÎHD û TÎHV'ê çalakiya 'Jin aştiyê diaxivin'

  • 16:13 15 Kanûn 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di çalakiya bi sernavê "Jin behsa aştiyê dikin" ku di çarçoveya hefteya mafên mirovan de bi pêşengiya ÎHD û TÎHV'ê hat lidarxistin de peyama, "Ji bo rakirina van binpêkirinên şer têkoşîna me wê bidome" hat dayin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di çarçoveya hefteya mafên mirovan de bi şîara "Jin behsa aştiyê dikin" çalakiyek li dar xist. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Jinên Azadîxwaz, Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) û gelek jin beşdarî çalakiya ku li Salona Civînê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Emîl Galîp Sandalci ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê pêk hat. Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin pankarta "Jin behsa aştiyê dikin" hat daliqandin.
 
'Ez vê hewldanê pîroz dikim'
 
Jinan li vir gotin:"Niha em jin dibêjin; Ji bo ku em van binpêkirinên di nava jiyana xwe de ji holê rakin û rastiya ku em tê de dijîn veguherînin hawîrdora aştiyê, me her tim bi kefen û hêviyên xwe yên spî mafê aştiyê parast. Îro weke jin me pêwîstî dît ku em behsa derdorên şer bikin û di vê pêvajoya siyasî de di warê mafên mirovan de çi helwestê nîşan bidin. Û ez di wê baweriyê de me ku ya ku vê hewcedariyê diyar dike ev hewldana me ye ku bi salan e bi ked û îradeyeke awarte didomînin. Ez vê hewldanê pîroz dikim û dizanim ku dînamîkên pêşerojê di vê hewldanê de ne."
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi nîqaşan dewam dike û ji çapemeniyê re girtî ye.