Ji bo aştiyeke mayinde banga tevlîbûna Meşa Azadiyê !

  • 16:08 15 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
AMED- Hevseroka TUHAD-FED'ê Pinar Sakık Tekîn, ji bo "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" ya ku wê sibê li Amedê dest pê bike bangawazî kir û got, "Em li bendê ne ku hemû beşên civakê bi meşa xwe ya sibe re aştiyeke mayînde û bi rûmet pêk bînin."
 
Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) de, di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd" sibe ji Amedê ber bi Enqereyê ve wê "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" bê destpêkirin. Tê payîn ku gelek beşên civakê beşdarî meşê bibin, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Girtî û Malbatên Hikûmxwaran (TUHAD-FED) Pinar Sakık Tekîn jî banga meşê kir.
 
Banga meşê 
 
Pinar Sakık Tekîn rêya aştiyeke mayînde û bi rûmet vegot û got, “Îro tecrîdeke mutleq a li Girava Îmraliyê dest pê kiriye û 26 sal in tê meşandin heye. Tecrîda ku li ser hemû gelên bi Kurdan re bi hev re dijîn, divê bê rakirin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê tecrîda fizîkî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Bi vê armancê jî dê meşek bê lidarxistin. Me ev daxuyanî ragihand. Em ê sibehê 16’ê Kanûnê saet di 14.00’an de li ber avahiya xwe ya DBP’ê kom bibin û heta qada Şêx Saît meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Piştre jî em ê di 20’ê Kanûnê de ji Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê li Enqereyê bicivin. Bi rastî em hêvî dikin ku hemû beşên civakê ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet sibe tevlî meşa me bibin."