Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê

  • 15:44 13 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL -  MATUHAYDER'ê destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e" dane destpêkirin û dê bi şandina pereyan ji girtiyan re hevgirtinê zêde bikin.
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Marmarayê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAYDER) ji bo balê bikşîne ser rewşa kesên ku ji ber şandina pereyan li girtîgehan hatine girtin û bi dirûşma "Şandina pereyan ne sûc e" dest bi kampanyayê kir. Welatî û malbat bi pêşengiya MATUHAYDER'ê hatin cem hev û li ber banqê daxuyaniyeke kurt dan.
 
Hevserokê MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr anî ziman ku ji girtiyan re pere şandin sûc nîn e û wiha axivî: “Dewlet ji girtiyan re pere şandinê wek sûc dibîne û em dizanin ku hinek malbat ji ber vê hatin girtin. Me kampanyayek da destpêkirin da ku em nîşan bidin ku pereyê ku li girtiyan tê razandin ne sûc e, xeta jiyanê ye. Dê ev kampanya berdewam bike, em ê ji hemû girtiyan re pereyan bişînin.”
  
Piştre endamê MYK’a DEM Partiyê Mûsa Pîroglu axivî û anî ziman ku hikûmet bi zext zoran civakê tenê dihêle û wiha got: “Gelên berxwedêr, komên berxwedêr, karker û jin bi tenê tên hiştin. Em vê polîtîkaya tenê hiştinê li girtîgehan dibînin. Li girtiyan tê xwestin ku girtî bi tecrîdê bên cezakirin. Li girtîgehê ne tenê tecrîd tê meşandin, her wiha bi gefxwarinê jî hewl tê dayin tecrîdê li wan bê kirin. 'Hikûmet dibêje ger hûn ji bo mafên xwe têbikoşin, hûn ê li hemberî min bi tenê bimînin, her kesê ku li cem we be dê bên cezakirin.' Şandina pereyan ji girtiyan re û piştevaniya bi girtiyan re ne sûc, erk e.”
 
Piştî axaftinan kesên ku beşdarî çalakiyê bûn li banqeyê ji girtiyan re pere şandin.