‘Ji bo jin bibin kirdeye jiyanê em ê bixebitin’
- 15:42 13 Kanûn 2024
- Rojane
WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di girtina komxebata 4 rojan a di çarçoveya perwerdeyên "Wekheviya Zayendî" de hat lidarxistin de axivî û got, "Ji bo jin bibin kirdeyê jiyanê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve di çarçoveya perwerdeya "Wekheviya Zayendî" de ji bo jinên ku di midûriyetên jinan û yekeyên herêmî de dixebitin komxebata "Navenda Şêwirmendiya Jinê" û "Xebata Bingehîn a Navenda Şêwirmendiya Jinê" a 4 rojan hat lidarxistin.
Şêwirmendên GABB (Komeleya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê) û aktîvîstên Mor Çatî wek perwerdekar beşdarî komxebata ku li Navenda Jiyanê ya Jinê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat lidarxistin bûn. Perwerdekarên ku di midûriyetên jinan û yekeyên şaredariyên herêmê û şaredariyên navçeyan de dixebitin. yên bajêr jî beşdar bûn.
Di du rojên destpêkê yên komxebatê de li ser mijara "Newekheviya zayendî" nîqaş hatin kirin, di du rojên dawî de jî mijarên çawaniya hevdîtinên bi jinên serî li midûriyetên polîtîkayên jinan ên şaredariyê din hatin nîqaşkirin.
'Hewldana avakirina jiyana azad gelekî bi nirx e'
Rêvebera GABB û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di komxebatê de axivî û bal kişand ser nirx û qîmeta têkoşîna jinê, keda jinê û wiha got: “Her qada ku jin lê tê de cih digire û rêxistinbûna jinan tê xurtkirin me kelecanî dike û coşeke cuda li jiyana me zêde dike. . Ji ber ku em li vir xwe ewletir hîs dikin û baweriya me di vê wateyê de xurt dibe. “
'Dê jinên serlêder jî bibin parçeyek ji têkoşînê'
Neslîhan Şedal, destnîşan kir ku di perwerdehiya çar rojan de îdeolojiya zayendî hate ravekirin û ezmûnên di navendên şêwirmendî û hevgirtinê de hatin parvekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi hev re bixebitin ku her jinek daxwazkar xwe weke kirde hîs bike. Ev hîskirin jî d^^e bibe sedema xwerêxistinkirinê. Ji bo me pir girîng e ku şêwirmendiya GABB li aliyekî hebe. Mîsyoneke pêşeng hildigire ji bo ku polîtîkayên jinan bi awayekî xurt li herêmê bi rêya hemû şaredariyên endam bên avakirin. Em weke şaredariyên endam careke din dibêjin ku em ê van xebatan bi awayekî herî baş bimeşînin."