'Me Kobanê ji bîr nekir, têkoşîn wê bidome'
- 09:07 13 Kanûn 2024
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Jinên Rihayê bertek nîşanê êrişên komên paramîlîter yên girêdayê Tirkiyeyê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin, dan û diyar kirin ku dixwazin pêvajoya di 2014’an de li Kobanê hatiye jiyîn dîsa bê meşandin. Jinan diyar kirin ku tevî 10 sal derbas bûn jî zîhniyet hîna heman zihniyet e.
Piştî êrişa Heyeti Tehrir el-Şam (HTŞ) ya li hember axa Sûriyeyê rejîma BAAS'ê hilweşiya û HTŞ’ê li şûna rejîmê hikûmetek ava kir. Li aliyê din jî Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê êrişên HTŞ’ê derfet dît û li hember Rêveberiya Xweser êriş dan destpêkirin, êrişî qadên sivîl dikin û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana hêzên parastina gel jî didome. Li aliyê din HTŞ duh ket bajarê Hamayê û li Humusê jî pevçûn didomin.
Yek ji cihên din yê bû hedefa êrîşan cihên kesên ku di 2018’an de ji ber êrişan li Şehbayê bi cih bibûn. Bi êrişan re yên li kampên Şehbayê diman, ji aliyê hêzên parastina gel ve tên veguhestin.
Jinên Rihayê bertek nîşanê êrişan dan û diyar kirin ku dixwazin êrişên di 2014’an de ku DAIŞ’ê li hember Kobanê pêk anîne, dîsa dubare bikin.
‘Li Kobanê serkeftin ya jinan bû’
Aktîvîsta TJA’yê Ferda Oncel da zanîn ku di êrişan de ewil jin hedef tên girtin û got: “Me berê di pêvajoya Kobanê de ev dît. Li Kobanê serkeftin ya jinan bû. Em jin her tim aştiyê esas digirin. Wê serkeftin ya jinan be. Divê hemû gel piştgiriyê bide berxwedanê.
‘Li dijî komkujiyê bêdeng nemînin’
Endama Meclisa Şaredariya Curnêreş Hatîce Goktepe jî wiha anî ziman: “Di pêvajoya Kobanê de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Gel ji warên wan hatin kirin. Qirkirin hat jiyîn. Niha dixwazin heman tiştî bidin jiyîn. Em çawa li dijî şerê Fîlîstînê ne divê em li dijî êrişên li hember Rojava jî bêdeng nemînin. Divê em jin li dijî van êrişan bin û bêdeng nemînin.”
‘Rojava parçeyek me ye’
Aktîvîsta TJA’yê Çîgdem Karakeçîlî jî ev nirxandin kir: “Di şer de jin û zarok tên mexdurkirin. Em şer naxwazin. Kobanê di sînorê Rihayê de ye. Divê ji ber vê em dengê xwe bilind bikin. Rojava parçeyek me ye. Gelê li wir parçeyek me ye. Her du gel jî Kurd in. Ji ber vê divê em li cem gelê Rojava bin.”
'10 sal derbas bû wêne heman wêneye’
Endama Meclîsa Şaredariya Halîliye Rojda Îstek jî balkişand ser pêvajoyê û got dîmenê niha bi yê 10 sal berê re hemane û wiha dirêjî dayê: “Tevî 10 sal derbas bûne tablo û dîmen heman tiştin. Yên herî zêde mexdur dibin jin û zarokin. Em ne li Rojava li tu devera cîhanê şer naxwazin. Divê em li dijî vî şerî bin.”
‘Zîhniyet heman zihniyet e’
Aktîvîsta TJA’yê Edle Fîdan jî wiha nirxandin kir: “Em li dijî vî şerî ne. Tiştên di 2014’an de hatin jiyîn em naxwazin dîsa bên dubaerkirin. Nav HTŞ dibe çi dibe bila bibe; em van zîhniyetan naxwazin. Êrişî gelê sivîl dikin. Em ê destûr nedin ku gelê Rojava ji cihê xwe bê kirin. Em ê bi piştevaniyê têkoşînê bidomînin.”