ÎHD: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • 20:10 12 Kanûn 2024
  • Rojane
STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de li ber Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de daxwaza serbestberdana Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran ên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin, kirin.
 
Parazvanên mafên mirovan di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li ber Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê hatin ba hev û xwestin hevalên wan Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran ên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin, serbest bên berdan.
 
Dayikên Şemiyê, Navenda Bîrgehê, Komeleya Dema Jinan û EMEP beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Nimet Tanrikûlû û Hatîce Onaran bên berdan" hat vekirin û wêneyên parêzvanên mafên mirovan ên girtî Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran hatin hilgirtin.  
 
Em ê têkoşînê bidomînin
 
Di çalakiyê de ewilî endama Lijneya Rêveber a ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Oya Ersoy axivî. Oya Ersoy diyar kir ku parêzvanên mafên mirovan davêjin girtîgehê û wiha dirêjî dayê: “Lê weke parêzvanên mafên mirovan, me tu carî serî li ber faşîzma desthilatdaran netewandiye ûji niha şûnde jî netewînin. Em ê her tim û di bin her şert û mercî de parastina mafên mirovan û aştiyê bikin û daxwaza edaletê bikin.”
 
‘Em ê hevalên xwe bînin gel hev’
 
Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umît Efe jî diyar kir ku hevalên wan bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin û got: “Em ê şopdarê rewşa hevalên xwe bin û em ê demildest hevalên xwe yên girtî ji wir derxin.”
 
Ji Dayikên Şemiyê û xwişka Hayrettîn Eren ê hatiye windakirin, Îkbal Eren anî ziman ku Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran hevalên wan ên têkoşîne ne û wiha domand: “Ew niha ne di nava me de ne. Hevalên me di Hefteya Mafên Mirovan de bi tacîza mafên mirovan re rû bi rû man. Ne ew û ne jî hevalên me yên din heq nakin ku hefteyek bi vî rengî di girtîgehê de bin. Ji bo hevalên me bên berdan em ê têbikoşin.”
 
Sûcê wan parastina mafê mirovan e
 
Ji Dayikên Şemiyê û dayika Mûrat Yildiz ê di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz diyar kir ku yekane sûcê hevrêyên wan ên têkoşînê Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran parastina mafên mirovan e û xwest demildest serbest bên berdan.Nacho Sanchez, DEM Parti eş genel başkanları ve yerine kayyım atanan belediye eşbaşkanlarıyla görüşecek. 
 
Avrupa Parlamentosu Türkiye Raportörü Nacho Sanchez yarın Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi (DEM Parti) Genel Merkezi’ni ziyaret edecek. Sanchez, partinin Eş Genel Başkanları Tülay Hatimoğulları ve Tuncer Bakırhan ile yerlerine kayyım atanan belediye eşbaşkanlarıyla bir araya gelecek.