Gelek kes tevli şîna Nûra Kurt bûn
- 15:10 12 Kanûn 2024
- Rojane
RIHA - Ji bo Nûra Kurt a li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Wêranşarê li avahiya şînê bi girseyî gel hat şînê.
Nûra Kurt (65) a ku di 4'ê Kanûnê de ji ber têkçûna gurçikên xwe ji bo dermankirinê ji Mexmûrê çûbû Elmanyayê, jiyana xwe ji dest da. Polîsan nehiştin şîn bê dayin û li ser vê yekê malbatê li mala xwe ya li Taxa Şirnexê şîn danî.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), rêxistinên bajêr û navçeyan, Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên xwe li Welatên Kevnar winda kirine (KATDER) û bi dehan kes çûn şîna Nûra Kurt.
Polîsan xwest girseya ku xwest biçe mala şînê bi gotina "Xwepêşandan û meş qedexe ye" asteng bike. Lê girseya gel çû şînê. Piştî nimêjê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
'Bêhurmetî li cenazeyên me kirin'
Xizmê Nûra Kurt Ahmet Kurt jî di dema sersaxiyê de pirsgirêkên ku di merasîma cenaze de derketine anî ziman û wiha got: "Weke her kesî me jî xwest em bi awayekî normal cenazeyê xwe defin bikin. Destûr nedan. Bêhurmetî li cenazeyên me kirin."
'Li dijî hemû polîtîkayan berxwedaneke mezin heye'
Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî axivî û sersaxî ji hemû gelê Kurd re xwest û got, "Bi salan e li ser gelê Kurd komkujî tê kirin. Li dijî van hemû polîtîkayan berxwedaneke mezin tê meşandin. Îro jî heman tişt li Rojava ji aliyê komên çete ve tê kirin. Pêşî bi Îmraliyê re hevdîtinek pêk hat û birêz Ocalan îradeya xwe ya çareseriyê nîşan da, lê dewletê erka xwe pêk neanî û rijandina xwînê jî didome."
Piştî xwendina duayan girse ji mala şînê derket.
Nûra Kurt kî ye?
Nûra Kurt a jiyana xwe ji dest da, di sala 2007'an de tevî du keçên xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Nura Kurt a ku 2 sal şûnde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Mexmûrê bi cih bû, di sala 2014’an de ji bo dermankirinê çû Elmanyayê. Nura Kurt a ku 10 sal bi teşhîsa nebesiya gurçikê dihat dermankirin, di 4'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da.