Ji bo Rojava li Silêmaniyê kampanyaya alîkariyê
- 14:00 12 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariyê hate ragihandin. Beşdarvanan bang li aliyên peywendîdarkirin ku deriyê Sêmalka vekin.
Bi daxuyaniyekê ji bo piştevaniya gelên li Rojavayê Kurdistanê ku dibin êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî de berxwedanek bê hempa raber dikin, kampanyaya komkirina alîkariyê li Silêmaniyê hate ragihandin. Her wiha bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku demildest deriyê Sêmalka ku tekane deriyê di navbera Başûr û Rojava deye, vekin.
Bi beşdarbûna hejmarek çalakvan, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan, pêngav hate destpêkirin. Hate diyarkirin ku ji ber girtina deriyê Sêmalka nikarin alîkariya wek kelûpel bigihînin Rojavayê Kurdistanê.
'Êşa we êşa me ye'
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em destpêkirina kampanya xwe ya alîkarî û piştevaniyê ji bo hevziman û hevwelatiyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê radigihînin. Bi taybetî penaberên Kurd ên rojavayê çemê Firatê, piştî rûxandina rejîma Esed, ji aliyê komên çekdar ên tundrew bi piştevaniya dewleteke biyanî û ji bo jinavbirina nijad û guhertina demografiya van deveran, ketine bin metirsiya jenosîdê. Birçî, bê mal û bê derman jiyaneke metirsîdar dijîn û di bin metirsiya mirinê dene. Ragihandina vê kampanyayê û komkirina alîkariyên madî û manewî ji bo Kurdên Rojava erka xwe dibînin. Îro em hatine ji gelê xwe yê Rojava re bibêjin hûn ne bi tenê ne û em wek yek milet bi dîrok, îro û pêşerojê ve girêdayî ne. Êşa we êşa me ye, xem û nexweşiyên we yên me ne, çarenûsa me heman e.”
'Divê deriyê Sêmalka bê vekirin'
Dewama daxuyaniyê de banga vekirina deriyê Sêmalka li aliyên peywendîdar hate kirin û wiha hate ragihandin: “Mixabin ji bilî alîkariya pere nikarin tiştek din kom bikin. Ji ber zehmetiyên mezin di şandina betanî, xwarin, derman û pêdiviyên pêwîst de jiyan dikin. Ev jî ji ber girtina deriyê sînor yê Sêmalka ne. Em bang li Serokatiya Herêmê, Parlamentoya Herêmê û partiyên siyasî dikin, ji bo vekirina deriyê sînor ê Sêmalka hewl bidin. Da ku em bikarin li gel alîkariya madî, alîkariya kelûpelan jî bigihînin ji welatiyên Rojava re. Em dizanin ku hûn bi vekirina derî re rûbirûyî zehmetiyan bibin, lê em piştrastin ku dê wijdanê weya mirovatî û ruhê Kurdayetiyê li ser astengiyan derbikeve û biryara we ya rast a dîrokê bide.”
Herî dawî cihêmn ku li Silêmaniyê dê alîkarî lê werin komkirin hate eşkerekirin û hate destnîşankirin ku ew ê di demeke nêz de cihên komkirinê yên li bajarên din ên herêmê jî ragihînin.
Cihên komkirina alîkariya darayî yên li Silêmaniyê:
* Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/ Bextiyar li beramberî Navenda Rewşenbîriyê ya Îzedîn Mistefa Resûl.
* Rêxistina Azadbûn/ Li kêleka bazara Zara