Kongra Star a Lubnanê: Li dijî êrişan yekitî divê
- 10:25 10 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê (10'ê Kanûnê), di heman demê de roja bidawîbûna pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Her wiha Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk jî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku geşedanên vê dawiyê û şerê li Xezayê û yê li Sûriyeyê, ewlehiya gelemperiya herêmê dike armanc.
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku êrişan rawestînin û welatiyên li herêmên dorpêçkirin biparêzin. Di daxuyaniyê de girîngiya rola Rêveberiya Xweser a di avakirina civakakeke demokratîk a pirçandî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.
Li dijî êrişan û gefan banga yekitiyê û kombûna li dora projeya demokratîk a li herêmê li gel û hêzên siyasî hate kirin.