Kongra Star a Lubnanê: Li dijî êrişan yekitî divê 2024-12-10 10:25:39    NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.   Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê (10'ê Kanûnê), di heman demê de roja bidawîbûna pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Her wiha Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk jî şermezar kir.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku geşedanên vê dawiyê û şerê li Xezayê û yê li Sûriyeyê, ewlehiya gelemperiya herêmê dike armanc.    Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku êrişan rawestînin û welatiyên li herêmên dorpêçkirin biparêzin. Di daxuyaniyê de girîngiya rola Rêveberiya Xweser a di avakirina civakakeke demokratîk a pirçandî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.   Li dijî êrişan û gefan banga yekitiyê û kombûna li dora projeya demokratîk a li herêmê li gel û hêzên siyasî hate kirin.