Li ser cenazeyê Rojîn Kabaîş du mînakên nû ên DNA'yê
- 16:21 6 Kanûn 2024
- Rojane
WAN - Di rapora ATK'ê ya derbar Rojîn Kabaîş a ku winda bû û piştî 18rojan cenazeyê wê hat dîtin hat diyarkirin ku du mînakên DNA'yê hatine dîtin.
Li Wanê li peravê Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê di 27'ê Îlonê de xwendekar Rojîn Kabaîş winda bibû û piştî bi 18 rojan di 15'ê Cotmehê de cenazeyê wê hatibû dîtin. Derbarê cenazeyê Rojîn Kabaş de agahiyên nû hatin bidestxistin.
Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya di 14'ê Mijdarê de hat eşkerekirin hat diyarkirin ku du mînakên DNA'yê yên nû hatine bidestxistin.