'Ji bo zimanê xwe em li dora Kurdîgehê bên gel hevdu'

  • 13:42 6 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Kurdîgehê banga lidarxistina kongreyên di demeke nêz de kir û got, "Divê em hemû qadên jiyanê veguherînin dibistanên kurdî û bi têkoşînê zimanê xwe yê zikmakî biparêzin."
 
Li Wanê Kurdîgehê li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist û banga lidarxistina kongreya xwe kirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîsyona Kongreya Kurdîgehê ve hat organîzekirin de pankarta “Her tim Kurdî, li her derê Kurdî, her tim Kurdkî, her ca de Kurdkî” hate vekirin.
 
Li ser navê komîsyonê Behîce Çakir metna daxuyaniyê xwend.
 
'Em her qada jiyanê bikin dibistanên kurdî'
 
Behîce Çakir destnîşan kir ku gel bi zimanên xwe yên zikmakî hene û destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de Kurdî di qonaxeke girîngtir de ye. Behica Çakir got, "Ji ber vê yekê divê em ne tenê sazî û rêxistin, her wiha hemû qadên jiyanê veguherînin dibistanên Kurdî û bi têkoşînê zimanê xwe yê zikmakî biparêzin."
 
'Em li dora Kurdîgehê bibin yek'
 
Behîce Çakir banga lidarxistina kongreyê kir û diyar kir ku ew ji raya giştî hêvî dikin û got, “Em ê di demeke nêz de kongreya Kurdîgehê li dar bixin. Em bang li her kesê ku ji bo zimanê xwe yê zikmakî têdikoşin û dixwazin zimanê xwe biparêzin vedixwînin ku li dora Kurdîgehê bibin yek. Werin em zimanê xwe yê zikmakî biparêzin û ala zimanê xwe yê zikmakî bilind bikin."