Li Silêmaniyê der barê tundiya li ser jinan panel hat lidarxistin
- 22:14 5 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser rewşa tundiya li dijî jinan li Herêma Kurdistanê, li Rêxistina Azadbûn ya li bajarê Silêmaniyê panelek hat lidarxistin û hat destnîşankirin ku di civaka Herêma Kurdistanê de mêran aborî xİtimandine û li ser jinan bûne desthilatdar.
Îşev, li hola Rêxistina Azadbûn ya li Silêmaniyê, bi pêşengiya Rêxistina Azadbûn û Rêxistina Xelk ya Pêşxistinê, di çarçoveya kampanyaya dijî tundiya li hemberî jinan de, panelek bi navê “Aliyên tundiya li dijî jinê wek ferd li Herêma Kurdistanê” hat lidarxistin.
Di panelê de, Profesor Alîkar Niyaz Necmedîn, li ser newekheviya pêşketina aborî ya jin û mêran û rewşa jinan li Herêma Kurdistanê axivî û got: “Jin hê jî ji aliyê aborî ve bi temamî serbixwe nebûne û di her civakekê de ku pirjinî hebe, ew civakeke newekheve, mînaka vê jî civaka Herêma Kurdistanê ye.”
Her wiha pisporê çapemeniyê Hana Şiwan jî di panele de behsa rola xirab ya çapemeniya Kurdî di teşwîqkirina tundiya li dijî jinan de kir û got: “Di medyayê de ji bo zêdekirina temaşevanan jin wek mal tê bikaranîn û tên îstîsmarkirin.”
Dr. Aram Tofîq jî diyar kir ku li civaka Herêma Kurdistanê, bikaranîna xirab ya hêza bedenî, fikrî û aborî ya jinan ji aliyê mêrên xwedî hêz ve tê kirin û got; “Ev jî di civakeke mêrsalar an jî baviksalar de, ku mêr xwediyê aborî û desthilata li ser jinanin, dibe sedema zêdebûna tundiyê li dijî jinan.”