Li Minbicê êrîş: Du kesî jiyana xwe ji dest dan
- 19:39 5 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarana li hember gundên rojavayê Minbicê de xwişk û birayek hatin qetikirin.
Komên paramîlîter yên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşên xwe didomînin, li Minbicê êrîşê qadên sivîl dike. Hat daxuyandin ku di encama êrîşan de birîndar û mirî hene. Di êrîşa li ser gundê El Bû Zaxê de jina bi navê Zehra Elî El Ceban a 23 salî û birayê wê Ehmed jiyana xwe ji dest dan.
Di saetên piştî nîvro de jî di êrîşa li ser gundê Faratê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) jiyana xwe ji dest dan û jina bi navê Seida El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.