Parlamentera DEM Partiyê ji bo 6284 pêşnûme da

  • 17:44 5 Kanûn 2024
  • Rojane
 
  
ENQERE- Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, der barê tedbîrên pêşîgirtin û parastina Kanûna hejmar 6284, ji bo perwerdehiya pêkanînê ji bo hemû polîs û amîran bê dayîn pêşnûme da meclîsê. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, bi armanca ku kanûna hejmar 6284 rast, bi bandor û bi lez pêk bê û der barê tedbîrên pêşîgirtin û parastinê de, bi armanca ji bo hemû polîs û amîran perwerda ferzkirî bê dayîn, di qanûna hejmar 6284’an de guhertin bên kirin de pêşnûme da.
 
Di rewşa heyî de 6284 qels dimîne
 
Di pêşnûme kanûna hatiye dayîn de hat diyar kirin ku ji bo qanûna hejmar 6284 bi bandor pêk bê, balkişandin ser hişmendîbûn û perwerdekirina polîsan. Di pêşnûmeyê dehat gotin ku di encama qelsî û îhmalkariya polîsn de gelek qetilkirinên jinan tên jiyîn. Hat diyar kirin k udi rewşa heyî pêkanîna qanûna 6284 qels dimîne û ji bo amîr û polîsan ji aliyê pisporan ve perwerdehî bê dayîn.