Meclisa Kongra Star: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin

  • 11:47 3 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyona Meclisa Kongra Star a Rojava, dîlgirtina 3 şervanên jin û pêkanînên li hemberî wan bi tundî şermezar kir û peyama, “Wê bi hîn zêdetir rêxistinkirin, mezinkirina xeta parastinê û yekîtiyê bersiva dîrokî bê dayîn” da.
 
Kordînasyona Meclisa Kongra Star a Rojava, derbarê êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Şehba û Helebê, her wiha dîlgirtina 3 şervanên jinên hêza parastina Taxa Şêxmeqsud a Helebê de, daxuyaniyek nivîskî belav kir. 
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku çeteyên êriş dikin her çiqasî bi navê HTŞ û navên cuda êriş bikin jî, di rastiyê de çeteyên DAIŞ’ê ne û li gorî planên qirêj ên navnetewî êriş dikin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca êrişan ji holê rakirina destkeftiyên Şoreşa Rojava û hilweşandina sîstema Xweseriya Demokratîk e û wiha hat gotin: “Di heman demê de dixwazin axa Suriyeyê di nava xwe de parve bikin û li gorî berjewendiyên xwe dizayn bikin. Bi vê mebestê li hemberî civakê qirkirinê pêk tînin, bi rêya dagirkirinê dixwazin hebûn û azadiya Kurdan ji holê rabikin. Ev plan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelên Suriyeyê tê pêkanîn.”
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî van kiryar û polîtikayên qirêj ên hêzên hegomon gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd li ber xwe didin; ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin, sîstemek demokratîk ava dikin.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Efrîn û Helebê jî 6 sal an li hemberî hemû zor û zehmetiyan têkoşînek bêhempa meşand û hat gotin: “Li hemberî êrîşên şerê taybet bi hêza xwe ya cewherî li ser lingan man û jiyana xwe ava kir. Gelê Kurd bi salan e li taxa herî mezin a Helebê (Şêxmeqsud) hebûna xwe diparêze.”
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemberî vê îradeya gelan, bi serkêşiya dewleta Tirkiyeyê, çeteyên HTŞ’ê (bi navê berê El-Nûsra) êrîşî herêma Şehba, taxên Şexmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirine û hovîtî kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişan de 3 şervanên jin ên paratina gelê Şêxmeqsudê dikirin dîl hatine girtin û wiha hat domandin: “Ev yek, zihniyet, nêzikatî û kiryarên DAIŞ’ê yên li hemberî jinên Ezidiyên Şengalê tîne bîra hemû cihanê. Tê zanîn ku çawa serê wan dihat jêkirin û ew li bazaran difrotin. Dijminahiya wan a li hemberî hebûna jinê care kedin radixe ber çavan.”
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji vê nêzikatiya hovane û qirêj dewleta Tirk a dagirker û serçeteyên Erdoxan berpirsiyar in; wê bersiva vê dîlgirtinê girantir bê dayîn.
 
Di daxuyaniyê hat bibîrxistin ku şervanên jin parastina hebûn û azadiya gelên heremê dikin û wiha hat domandin: “Cengewarî û berxwedana jinan îro ji aliyê hemû dinyayê ve tê zanîn, ji bo hemû jinên cihanê hêviyek mezin daye avakirin, bûye çavkaniya xweparastinê. Bi sekin û îradeya xwe şoreşek derxistiye holê.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de dîlgirtina şervanên jin û pêkanînên li hemberî wan hatin şermezarkirin û ev bang û peyam hat dayîn: “Em bang li rêxistina efûyê ya navnetewî, sazî û dezgehên sivîl, rewşenbîr, demokrat û azadîxwazan dikin ku li hemberî dîlgirtina Şervanên jin bêdeng nemînin. Ev nêzikatiya li derveyî exlaqê şer, divê neyê qebûlkirin, li hmberî wê helwest bê nîşandan.
 
Em li ser navê hemû jinên Kongra Star a Rojava soz didin ku em ê li dijî vê pêkanînê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin, axa xwe biparêzin hejmara şervan û parêzvanan zêdetir bikin, tola hevalên xwe bigirin. Em ê bi serkevin û darbeyên mezintir li dagirkeran bidin. Bi pêşengiya jinên fedayî û berxwedêr wê bersivên dîrokî bên dayîn.
 
Em bangli hemû  jinên cîhanê dikin ku li hersê şervanên jin ên ji hemû jinên cihanê re bûne îlhama mezin, xwedî derbikevin û mafê jiyana wan biparêzin.
 
Hebûna parêzvanên jinan, parastina hebûna hemû jinan îfade dike. Li hemberî zihniyeta desthilatdarî û zilamên serdest em yekîtiya têkoşîn û berxwedaniya hemû jinan ava bikin û dengê xwe li hemberî vê dîlgirtinê bikin yek. Divê em êrîşên li ser jinan û gelên herêmê qebûl nekin, têkoşîna xwe bilind bikin.”