Eleqeyeke mezin ji bo Xwaringeha Gel a Peyasê heye
- 10:30 3 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Welatî eleqeyeke mezin nîşanî Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatiye vekirin didin. Ji ber vê eleqeyê û daxwaza gel Şaredarî ji bo vekirina şaxa duyemîn xebatên xwe didomîne.
Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Peyasê di 27'ê Mijdarê de li Taxa Huzurevleriyê hat vekirin, ji xelkê bajêr re ji bo xwarina erzan, paqij, xweş û pêbawer peyda bike, ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-18.00 de xizmetê dide. Xwaringeha Gel ji bo hemwelatiyên kêmdahat û xwendekaran alîkariyeke mezin nîşan dide, bi çar cûreyên xwarinê re rojê ji bo pênc sed kesan xizmet dike.
Xebat ji bo şaxa duyemîn hene
Şaredariya Peyasê ji bo vekirina şaxa duyemîn a Xwaringeha Gel dest bi xebatan kiriye. Gel eleqeyeke mezin nîşanî van xebatan dide û hemwelatî daxwaz dikin ku li her taxê Xwaringehên Gel hebin. Bi taybetî nêzî nerxweşnaxeyan şaxan vekin. Şaredariyê jî li gor van daxwazan û ji bo pirsgirêkên xizmên nexweşan ên der barê xwarinê bên çareserkirin, biryar da ku li cihek nêzî Nexweşxaneya Lêkolînê şaxa duyemîn veke.