Bi hatina qeyûm re proje hatin jê birin
- 14:34 2 Kanûn 2024
- Rojane
WAN - Qeyûmê li Şaredariya Miksê hate tayinkirin, tevahiya proje û xebatên hevşaredaran ên li ser medyaya dijîtal jê bir û ala tirkan bi avahiya şaredariyê ve daliqand.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 13 şaredariyên wê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi dest xist. Bi îdiaya “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye”, 3 sal û 11 meh cezayê hefsê li Hevşaredar Ayvaz Hazir hate birîn û hevşaredar ji peywirê hatin girtin.
Qeyûmê Şaredariya Miksê Harun Arslangun weke karê ewilî, pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin xespkirinê” ji avahiya şaredariyê anî xwarê. Qeyûm Arslangun piştre jî tevahiya xebat û projeyên hevşaredaran li ser medyaya dijîtal jê bir û ala tirkan li avahiya şaredariyê daliqand. Hevşaredarên Miksê Ayvaz Hazir û Nebahat Benek şaredarî bi 22 milyon û 92 hezar û 914 TL deyn ji AKP’ê dewr girtibûn. Ev deyn, 8 qat ji dahata şaredariyê zêdetir e. Qeyûm, xizmetên hevşaredaran jê bir lê dest neda parvekirinên di serdema AKP’ê de. Li ser fermana qeyûm, avahiya şaredariyê bi polîsan hate dorpêçkirin.
Rêyên gundan hatin qîrkirin
Hevşaredarên DEM Partiyî dema dest bi kar kirin, weke karê ewil dest bi qîrkirina rêyan kirin. Di vê çarçoveyê de rêya gundên Arînç û mezrayên girêdayî wê, rêya gundê Pûrantê qîr kirin. Ji serdema osmaniyan heta ya komarê, cara ewil bû rêyên van gundan hatin qîrkirin. Bi girtina ji peywirê ya hevşaredaran re ev xebat jî nîvco man.
Nan belaş belav kirin
Projeya duyemîn a hevşaredaran jî ew bû ku ji bo nan bidin kesên kal, yên xizan û kesên nikarin nan bipêjin, bi firinvanan re lihev kirin. Şaredariyê ji bo van kesan projeya nanê bêpere da destpêkirin û tê payin ku qeyûm vê projeyê jî bi dawî bike.
Seferên otobusan hatin destpêkirin
Yek ji projeyên din a hevşaredaran jî seferên otobûsan ên di navbera Miks û Wanê de bû. Di vê serdemê de rojê du caran otobûsan sefera Wan-Miksê û Miks-Wanê dikirin.