'Divê mafê hêviyê bê bikaranînin'

  • 09:03 2 Kanûn 2024
  • Rojane
Arjîn Yuksekbag
 
ENQERE - Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li kursiya meclîsê jî hatiye qebûlkirin û got divê sererastkirinên qanûnî yên der barê ‘mafê hêviyê’ de demildest bên kirin.
 
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 2014’an de cezayê muebeta giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî 3’emîn xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê(AÎHS) dît. Tevî 10 sal derbas bûye jî hîna der barê mafê hêviyê de tu gav nehatiye avêtin.
 
Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol der barê mijarê de axivî û got ji bo ev maf bikeve jiyanê divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.
 
‘Tecrîd di navenda pisgirêkên giştî de ye’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku tecrîdê bandor li her derê kiriye, muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e û got: “Tecrîda li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tê meşandin navenda hemû pirsgirêkên giştî ava dike. Daxwaz, îfde û gotinên de ji bo rakirina tecrîdê ye. Em vê girîng dibînin. Divê Birêz Ocalan tevli vê pêvajoyê bibe û mîsyona xwe ya di çareseriya pirsgirêkan de pêk tîne.”
 
‘Hemû Rojhilata Navîn eleqeder dike’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Rojeva welat ya guhertiye hemû ewlat eleqeder dike. Di vê nokteyê de ne tenê Tirkiye, rojev û siyaseta hemû Rojhilata Navîn û cîhanê eleqeder dike.Ji wê rojê heta niha pêvajoyên girîng hatin jiyîn. Me şahdiya geşedanên siyasî kir.hevkarên desthilatdariyê li kursiya meclîsê tecrîd qebûlkirin. Ev watedare. Lê dibînin ku ev gotin nabin bersiva vê rojevê. Divê sererastkirinên hiqûqî û qanûnî bên kirin. Her tim çiqas em gotinên aştiyane  ku bi destê hevkarê deshtilatdariyê tê kirin dibînin jî, pratîkên ku van gotinan vala derdixe dibînin. Gotin bi pratîkê re dikeve nakokiyê.”
 
‘Tecrîda li ser Birêz Ocalan didome’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser hevdîtina ku parlamenter Omer Ocalan di 23’ê cotmehê de bi Abdullah Ocalan re kiriye û wiha bi lêv kir: “Divê hevdîtinê de ya hatiye gotin, berdewamirina tecrîdê ye. Tecrîda li ser Birêz Oclan û ferzkirina sererastkirinên qanûnî yên der barê mafê hêviyê de derketine pêş me. Em daxwazin ev pêvajoy li ser yek tiştî bimeşe. Ev hemû civakê eleqeder dike. Divê xebatek parlamenter a li meclîsê,  tevlibûn,hemû saziyên civakî û însiyatîf tevli pêvajoyê bibin. Tu gotineke ku yek alî pêş bikeve têr nake. Aliyê hiqûqî girînge. Tecrîd tenê Birêz Ocalan eleqeder nake. Tecrîd bandor li ser hemû aliyan dike. Ji ber vê divê gotinên siyaserê di alî pratîk de bên mezinkirin.”
 
'Divê alternatîfa muebetê mafê hêviyê be'
 
Sevda Çelîk Ozbîngol  destnîşan kir ku li welat mafê hêviyê 4 hezar girtiyî eleqeder dike û wiha vegot: “Pêvajoyeke mexduriyeta maf heye. Mafê hêviyê ji bo mafê girtî ku rojekê azad bibe hatiye avakirin. Lê heta mirinê girtî mayîn di alî mirovahiyê de, di alî Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan û mafê mirovan de  di alî mevzuata cîhanê de tê nîqaşkirin. Divê alternatîfa muebetê, mafê hêviyê be. Ji bo vê divê  sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê hevkarbûnên siyasî hebin. Divê qanûn bên derxistin. Di alî sererastkirinên qanûnê yên der barê mafê hêviyê de peywir aydê meclîsê ye.”
 
‘Divê  bersivê bidin serlêdana hevserokên me’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol bi lêv kir ku piştî hevdîtina ku Omer Ocalan bi Abdullah Ocalan re kiriye şûnde hevserokên giştî yên DEM Partiyê bi daxwaza hevdîtinê serî li wezaretê dane û got: “Nirxandina vê srelêdanê girînge. Divê bersivek erênî bidin hevserokên me. Divê ji bo aştiyê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe. Divê her kes xwe berpirs hîs bike, însiyatîfê bigire û piştgiriyê bidin avakirina aştiyê.”