Ji Dêrazorê piştgirî da berxwedana jinên li Bakurê Kurdistanê
- 15:56 1 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li kantona Dêrazorê bi dehan jin li dijî biryara waliyê Amedê ya qedexekirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" çalakiyek li dar xistIN.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya a Dêrazorê li dijî biryara waliyê Amedê ya qedexekirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qedexe kir, çalakiyek li dar xist.
Bi dehan jinên ku beşdarî çalakiyê bibûn pankartên bi zimanên kurdî û erebî yên bi nivîsên "Jin, Jiyan, Azadî" vekirin. Jinan nerazîbûn nîşanî biryarê da û piştgiriya xwe bi berxwedana jinên li Bakurê Kurdistanê nîşan da.