ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 30 Mijdar 2024
  • Rojev
 
*Dayika Hasan Atmaca yê di zindanên Amedê de îşkence dîtiye, Muzaffer Atmaca ya 89 salî diyar kir ku ew dixwaze di berxwedana li dijî qeyûman cih bigire û got ji ber tenduristiyê nikare tevli bibe. Muzaffer Atmaca wiha got: “Hebûna min neyê zanîn jî ez qeyûman qebûl nakim.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Songul Korkmaz da zanîn li dijî daxwaza aştiyê ya Gelê Kurd desthilatdarî di tecrîdê de israr dike û got sedema şerên tên jiyîn tecrîde. Songul Korkmaz wiha got: “Ji bo civak bîhnek fireh bigire divê tecrîd bê rairin, pisgirêka kurd bi rêbaza aştî û demorkasiyê bê çareserkirin.” BI DÎMEN 
 
*Malbatên girtiyên nexweş balkişandin ser rewşa girtiyan û gotin: “Demildest dest ji van pêkanînên dijhiqûqî û mirovahî berdin. Em dixwazin xizmên me bên tahliyekirin.”