
Têkoşîna aştiyê ya nifşan (1)
- 09:04 5 Gulan 2025
- Dosya
Mîsyona me ev e ku em aştiyê bikin rojeva civakê
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Mukkadest Erdogdu ya di ‘Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye’ wek nifşa ewil cih digire got: “Têkoşîna aştiyê daxwaza siyasî ya civakî ye. Meşandina siyasetê ne ji têkoşîna demokrasiyê ne ji ya karkeran ne jî ji ya gundiyan qut e. Jinan aştî ji xwe re kirine peywir. Bêyî jinan aştî nabe. Me di 2013-2015’an de rexneydayîna xwe da. Me ew proje mayînde nekir. Mîsyona me ev e ku em aştiyê bikin rojeva civakê.”
Têkoşîna jinan a ji bo aştiyê bi salan e didome. Jinan di meha sibatê de ‘Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye’ ava kirin û têkoşîna xwe ji bo aştiyê aktîf dimeşînin.
Mukaddes Erdogdu ya di însiyatîfê de cih digire der barê mijarê de axivî.
Mukkades Erdogdu ku 50 sal in têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê dimeşîne der barê polîtîkayên dewletê yên salên 90’î de jî axivî û got: “Ji salên 80’ê piştî 12’ê îlonê şûnde bombardumaneke îdeolojîk hebû. Di nava van de êdî serhildana netewa gelê Kurd bibû serhildana gel. Qanûna Têkoşîna bi Terorê re derxistin. Ji bo bêdengkirin, sansurkirina welatparêz, şoreşger, sosyalîstan biryarnameyên surgunê hatin derxistin. Qanûn di 1991’ê de hat derxistin. Hemû çalakiyên ku pergalê sûc dihesiband, di xalên 6,7,8 yên qanûnê de hatin bicihkirin. Ji wê şûnde karker, şoreşger, tevgerên sendîkal jî tevli têgeha ‘terorê’ kirin. Ji bo tevgera Kurd jî têgeha ‘parçebûnkirinê’ ava kirin. Dema tevgera Kurd gihişt girseyan di alî dewletê de aloziyek cidî ava dibû. Li aliyekî weke ku hevdîtinan dikin nîşan didan li aliyê din jî mirov direvandin û îmha dikirin. Gundên Kurdistanê dihatin şewitandin û valakirin. Abdullah Ocalan got ger dewlet nêz bibe ji bo aştiyê amade me. Lê dewletê bersiv neda.
Meha Gulanê de Turgut Ozal mir; li Çewlîkê çalakiya kuştina leşkerên hatine terhîskirin heye. Piştî vê şerê qirêj xistin meriyetê. Lê Kurdan bangên aştiyê berdewam kirin."
Di salên 2000’î de têkoşîna jinan a ji bo aştiyê
Mukaddes Erdogdu got:"Bandora jinan a di aştiyê bi tevgera jinên Kurd re mayîn de bû. Li bajarên Rojava jî jin li dijî vê bêdeng neman. Di serî de jinên femînîst, sosyalîst ligel jinên welatparêz cih girtin. Salên 90’î de hemû tevgerên şoreşger û sosyalîst hem li hember tevgera Kurd hem li hembe aştiyê eleqeya wan tunebû. 10 salên wisa derbas bûn. Aştî wisa hêsan neket rojeva Tirkiyeyê.”
‘Pêkanîna aştiyê dikeve ser milê jinan’
Mukaddes Erdogdu daxuyakirin ku li her derê cîhanê yên herî nêzî aştiyê ne jin in û got: “Tevgera jinên Tirkiyeyê û yên Kurd hatin gel hev û têkoşîna aştiyê dan. Jinan ev kirin peywir. Ji salên 90’î şûnde di têkoşîna aştiyê de cih girtin. Paradîgma ku Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de anî rojevê dema pevçûn hebûn jî hebû. Li gorî vê têkoşînek mobîlîze bûye hebû. Pêvajoya muzakereya 2013-2015’an bandorek neyînî li civakê kir. Lê ew dîsa bi konsepta şer têk birin.”
Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye
Mukkadest Erdogdu balkişand ser Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye’ ya ku hatiye avakirin û got ji bo hewcedariya bi aştiyê bê fêmkirin derketine vê rê. Mukaddes Erdogdu wiha got: “Ji bo geşedanên îro bên fêmkirin hat avakirin. Sala borî van deman atmosferek tund hebû. Lê bi banga Bahçelî re, bi bersiva Ocalan re bangek hat kirin. Me di 23-24’ê sibatê de kongre pêk anîn. Em rûniştin me ji nû ve nîqaş kirin. Me bangên xwe yên aştiyê kirin. Armanca me ev e ku em aştiyê bikin rojeva civakê.”
Divê em çi bikin
Mukaddes Erdogdu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Civak çima aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd naaxive? Ji ber bi sedsalane qedexe, zext, surgun, qanûnên têkoşîna terorê hene. Ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyeke bi rûmet divê em têkoşînek xurt a polîtîk bidin meşandin. Em dizanin ku divê çi bikin. Divê em bi wêrekî tevbigerin. Têkoşîna aştiyê daxwaza siyasî ya civakî ye. Meşandina siyasetê ne ji têkoşîna demokrasiyê ne ji ya karkeran ne jî ji ya gundiyan qut e. Jinan aştî ji xwe re kirine peywir. Bêyî jinan aştî nabe. Me di 2013-2015’an de rexneydayîna xwe da. Me ew proje mayînde nekir. Mîsyona me ev e ku em aştiyê bikin rojeva civakê.”