Navên rojnamegerên hatin qetilkirin li rawestgehan kirin

  • 23:00 2 Çile 2025
  • Rojane
ENQERE - Meclisa Jinên Ciwan a HDK'ê navên rojnamegerên hatin qetilkirin li rawestgehên Tûzlûçayirê kir.
 
Meclisa Jinên Ciwan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) navên rojnamegerên li rawestgeha otobusan a Tûzlûçayir a navçeya Mamakê ya Enqereyê hatin qetilkirin, kirin.
 
Meclisa Jinan li ser medyaya dîjîtal ev tişt tomar kir: “Jinên kedkarên çapemeniyê yên li dijî şerên li Rojhilata Navîn bi şopandina heqîqetê jiyana xwe bi rûmet dikin rûmeta me ne. Dema ku sûcên şer têne kirin; Jinên ku rastiyê di kamera û pênûsên xwe de hildigirin wê têkoşîna me ronî bikin.”