Dîlan Kunt Ayan: Avakirina Wezareta Jinan şert e

  • 09:02 27 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan derbarê qetilkirinên jinan de balkişand ser bandor desthilatdariyê û got: “Dema qeyûm hatin tayînkirin ewil daîreyê polîtîkayên jinan girtin. Niha hatine behsa ‘di tundiya li ser jinê de sifir tolerans’ dikin. Polîtîkaya we ne li gorî vê ye.”
 
Desthilatdariyê jin kiriye sêgoşeya ‘malbata pîroz’ û aliyê din jî dema tundî û qetilkirinên jinan tên jiyîn rola ‘sifir tolerans’ û ‘çawa dibe’ dilîze. Li dijî qirkirina jinan rêxisitnên jinan her tim balê dikşîne ser tedbîrên parastinê. Ligel vê DEM partiyê derbarê qetilkirinan de pêşnûmeyan didin lê ev ji nedîtîve tên.
 
Bi armanca ‘lêkolînkirina cînayetên jinan’ ev pêşnûme wê di lijneya giştî de bikin yek û komîsyonek bê avakirin. Parlamenera DEM Partî ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan derbarê mijarê de xivî û got sedema qetilkirina jinan polîtîk e.
 
‘Perwerdehiya 6284 nadin hiqûqnasan’
 
Dîlanê daxuyakirin ku li Tirkiyeyê qetilkirinên jinan her diçin mezin dibin û bi desthilatdariyeke ku vê polîtîkbûnê red dikin re rû bi rû ne. Dîlanê wiha anî ziman: “Tundiya li ser jinan ji polîtîka destilatdariyê serbixwe nîne. Li Tirkiyeyê bêcezahiştin tunebûna wê evqas qetilkirin tunebûna. Em dibêjin sedem polîtîke û ji ber vê diqewime. Gumanbar nayên cezakirin. Ji ber vê jî tundî zêde dibe. Tedbîr nayên girtin. Qanûna 6284 heye lê ev pêk nayê. Ez hiqûqnasim û bi salan min perwerdehiya 6284 da. Perwerdehiya vê li fakulteyên hiqûqê nayên dayîn. Me li baroyan perwerde dida. Me ji stajyeran dipirsî ka we perwerda 6284 girtiye an na. Hejmar bi sê kesî sînor dima. 6284 li zanîngehan nehatiye dayîn.”
 
Pêknehatina 6284 pisgirêk e
 
Dîlanê daxuyakirin ku pêknehatine 6284 pisgirêke û got ev planên wisa li ser kaxizê dimînin û wiha domand: “Li herêman qaşo li dijî tundiya li ser jinan plan hene û ev bi destê walîtiyan tê kirin. Qeyûm di heman demê de walî bûn. Wan dikir. Lê van gotin perwerdehiyên pir bi bandor hatine dayîn. Em dinêrin ev tenê li ser kaxizan mane.  Ji ber em şahidê wan e, em dibêjin. Me li ruyê wezîran got.”
 
Wezaretek jinan şert e
 
Dîlanê balkişand ser girîngya wezareteke jinê û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Divê ev wezaret bê avakirin û çalak be. Divê ji bo vê gavên cidî bên avêtin û wezareta jinan bê avakirin.  Pêşiya me 25’ê Mijdarê ye û divê em çareseriyê bi bandor bidin pêş xwe. Divê em alternatîfên xwe ava bikin. Ev ne berpirsyariyeke ku em tenê li desthilatdariyê bar bikine. Belê desthilatdarî berpirsyariyên xwe nake. Divê em wek meclîsa jinan a DEM Partiyê alternatîfên xwe ava bikin.”
 
‘Jin di malbatê de heye’ 
 
Dîlanê bakişand ser nîqaşên ku jin qanûnên tedbîrê nizanin de axivî û got: “Jin 6284 nizanin. Yên vê pêk bînin jî nizanin. Yên dizanin jî pêke naynin. Jin tevî biryara wan ya durxistinê heye tên qetilkirin. Ewlehî jinan dişînin nav malbatê. STK, partiyên siyasî û TJA xebatên hişmendiyê dişîne lê zîhniyeteke dewletê ya vê pêk nayne heye. Divê em jin ji bo cezayê bi banor bên dayîn rola xwe bilîzin, têkoşîna xwe bimeşînin.”
 
Dîlanê der barê komîsyona der barê lêkolînkirina cînayetên jinan ya li meslîcê hatiye avakirin de jî axivî û got bandora komîsyonê wê nava demê de xuya bike û got wê pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.”