‘Yên li Curnê Reş deng şewitandin di 2 rojan de hatin berdan’

  • 09:07 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
RIHA - Parêzer  Gulistan Paydaş şewitandina dengan a li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de biryara nûkirina hilbijartinan hat girtin, nirxand û da zanîn ku gumanbaran ji yekê zêdetir sûc kirine û wiha got: “Peywirdarê sindoqa me ji aliyê 15 kesî ve rastî êrîşê hat û bi mirinê hat tehdîdkirin. Ev kes çima hatin tahliyekirin. Divê bi 50 sal ceza bihatana darizandin lê piştî 2 rojan şûnde hatin berdan.”
 
Li Curnê Reş wê di 2’yê Hezîranê de hilbijartin dîsa pêk bên. Parêzer Gulistan Paydaş der barê tiştên di hilbijartinên 31’ê Adarê de hat jiyîn axivî û got: “DEM Partî bi ser ket. Lê AKP’ê tehemul nekir û sindoqa dengan şewitand. Biryar hat girtin ku hilbijartin bên nûkirin. Piştî vê me ji bo 2’yê Hezîranê dest bi amadekariyan kir. Li navenda Ciwanan a Curnê Reş deng hatin şewitandin. Li gorî dane û girtekan me bi 1500 ferqî hilbijartin girtibû. Lê AKP’ê îtîraz kir. Lijneyê jî ev îtîraz qebûl kir. Niha em pêvajoya hilbijartinê bi kedek mezin dimeşînin.”
 
‘Serokên lijneya sindoqê tehdîd kirin’
 
Gulistanê wiha dirêjî dayê: “Li gundan welatî tehdîd kirin. Gelek serokên lijneya sindoqan tehdîd kirin. Li gelek gundan deng girtî nehatin bikaranînin. Mixabin pêşî li îradeya azad a gelê me girtin. Ji bilî vê serî li gelek xîleyan dan. Tevî ku girtekên encamên sindoqan di destê me de bûn, biryarek wisa girtin.”
 
‘Dengan bi pereyan digirin’
 
Gulistanê destnîşan kir ku amadekariyên wan ên ji bo 2’yê Hezîranê didomin û got wê îcarê bi awayekî hîn bêtir xurt bi serkevin û wiha dirêjî dayê: “Divê li dijî nelêrêtiyên ku AKP di xebatên hilbijartinê de dikin bertek bên nîşandan. AKP hewl dide bi pereyan dengan bigire. Li Curnê Reş wê parlamenterên me, hevalên OHD’ê, hevşaredarên din, navenda Giştî ya DEM Partiyê û hemû rêxistinên navend û navçeyan wê ligel me bin. Em ê bi awayekî xurt xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ji ber yekane partiya xizmetê bide gel partiya me ye.”
 
‘Ne tenê sûcek gelek sûc hatin kirin’
 
Gulistanê tiştên ku wê şevê li Navenda Ciwanan hat jiyîn jî vegot:” Komek ji 150 kesî pêk dihat dirûşme berz kirin, bi madeyên teqemeniyê deng şewitandin. Sindoqa gelê me hat şewitandin. Em rastî neheqiyek mezin hatin. Roja 31’ê Adarê ne tenê sûcek  gelek sûc bi hev re hatin kirin. Di şewitandina bi çewalan dengî de gelek sûc hatin kirin. Kesên ku divê bi 50 salî bihatana darizandin di rojan de hatin berdan. Em vê fêm nakin. Ev yek nayê qebûlkirin.”
 
‘Divê her kes biçe ser sindoqan’
 
Gulistanê wiha dawî li daxaftina xwe anî: “Divê gelê Curnê Reş di 2’yê Hezîranê de biçe ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkeve. Curnê Reş bajarê me ye. Curnê Reş ji DEM Partiyê gelek hez kir. Gelê me bi me bawer kir. Dengên xwe bidin DEM Partiyê. Biçin ser sindoqan û bidin îradeya xwe.”