Kesên li çawîşê tacîz kir dan hatin berdan

  • 13:45 14 Nîsan 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Kesên ji ber lêxistina çawişê pispor ê li Şirnexê jinek tacîz dikir hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Çawişê pispor Z.Ç. di 12’yê nîsanê de li ser Cadeya Ormanê ya li taxa Dîcle ya navenda Şirnexê jinek tacîz kir û welatiyên li derdorê jî mudaxile kiribûn. Piştre polîsên çûn cihê bûyerê 4 welatiyên çawişê pispor ê tacîz kir derb kirin, binçav kiribûn. Welatiyên binçavkirî piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.