Kesên li çawîşê tacîz kir dan hatin berdan 2024-04-14 13:45:07   ŞIRNEX - Kesên ji ber lêxistina çawişê pispor ê li Şirnexê jinek tacîz dikir hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Çawişê pispor Z.Ç. di 12’yê nîsanê de li ser Cadeya Ormanê ya li taxa Dîcle ya navenda Şirnexê jinek tacîz kir û welatiyên li derdorê jî mudaxile kiribûn. Piştre polîsên çûn cihê bûyerê 4 welatiyên çawişê pispor ê tacîz kir derb kirin, binçav kiribûn. Welatiyên binçavkirî piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.