Jinên TJA’yê: Em ê heta dawî xwedî li doza Denîzê derkevin

  • 09:29 20 Nîsan 2022
  • Rojane
Şîrîn Çinar
 
ÊLIH - Doza der barê Onur Gencer yê Denîz Poyraz qetil kir, di 29’ê Nîsanê de wê bê dîtin û jinan ji bo vê bang kirin: “Em ê heta dawî li doza Denîzê derkevin."
 
Di 17’ê hezîrana 2021’ê de li hemberî HDP’a Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk hat û gumanbar Onur Gencer xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Yekemîn runiştina gumanbar di 29’ê Kanûna 2021’ê de ji aliyê heyeta 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bayrakliyê ve li salona 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran hatibû dîtin. Ji her çar aliyên Tirkiyeyê bi armanca piştevaniya malbatê, parêzer, jin, nûnerên saziyên civaka sivîl û bi hezaran kes tevli daneşîna dozê bibûn. Di runiştina yekemîn de pêşketinek çênebû û ya duyemîn taloqî 24’ê Çile hatibû kirin.
 
2’emîn runiştina dozê li Edliyaya Bayrakliyê ya Îzmîrê hat dîtin. Hinceta kapasîteya salonê gelek kes ku piranî jê jin û  nûnerên saziyên civaka sivîl bûn negirtin hundir.  Di runiştina hat dîtin de biryara berdewamkirina girtina Onur Gencer hat dayin û runiştin taloqî 29’ê Nîsanê hatibû kirin.
 
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê runiştina dozyê ya bersûcê kuştina Denîz Poyraz ku di 29’ê Nîsanê de wê bê dîtin de banga piştevaniyê kirin.
 
‘Komkujî der barê têkoşîna jinê de bû’
 
Jina bi navê Fatma Ablay da zanîn ku gumanbar Onur Gencer komkujiyek mezin plan kiribû û ev ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Fatmayê destnîşan kir ku komkujî di heman demê de li dijî têkoşîna jinê pêk hatiye û wiha balkişand ser runiştinê yekem û duyemîn yên doza Denîz Poyraz: “Di vê runiştinê de têkoşîna saziyên jinan û komeleyên jinan di şexsê Denîz Poyraz de derket holê. Lê ligel vê polîtîka dijminê jinê ya desthilatdariyê jî derket holê. Li aliyê din jî li dijî nêzîkatî û hewlestên gumanbar yên li hember malbatê ku ji bo tehrîkirinê hat kirin, dadgehê tu mudaxale nekir. Li şûna divê edeletê pêk bînin tu refleksek mudaxalekirinê nîşan nedan.”
 
‘Divê em li wê runiştinê bin’
 
Fatmayê di berdewamiyê de wiha dirêjî dayê: “Bi qetilkirina Denîzê re gelek jin hedef hatin girtin. Li dijî polîtîkayên dijminê jinê divê hemû jin tevli runiştinê bibin. Ji bo Onur Gencer cezayê ku heq dike bigire divê em li salona runiştinê bin. Ji bo edelet pêk bê divê partiyên siyasî, komele û platform tevli bibin. Desthilatdariya heyî çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Em ê xwedî li Denîz û doza wê derkevin’
Sabîha Ekîncî jî der barê runiştinê de ev nirxandin kir: “Qetilkirina Denîzê tê wateya qetilkirina hemû jinan. Qetilkirin bi znebûn pêk hat. Denîz beriya bê qetilkirin, her tim hatiye şopandin. Qetilkirina Denîzê ne tiştekî ji rêzê ye. Em dizanin ku ev qetilkirin bi destê dewletê pêk hatiye.Ligel Denîzê bi hezaran jin tên qetilkirn û kes hesabê vê nade.Ger kes li pişt van tunebûna wê wisa bi rehetî ev qetilkirin nekiribana. Bi çavên terorîst li HDP’î û endamên wê dinêrin. Denîzek çû bi hezaran Denîz hatin. Bi tehdîd û qetilkirinê nikarin me biqedînin. Em ê xwedî li Denîz û doza wê derkevin. Em ê 29’ê Nîsanê de  li runiştinê bin. Em dest ji têkoşînê bernedin.”