Medya Silêman: Pêşketina di Rojnamegeriya Kurd de cihê serbilindiyê ye

  • 09:17 20 Nîsan 2022
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Xebatkara Star FM, Medya Silêman Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir û got: “Bi bedelên giran ku pêşengên kurd dane îro Rojnamegeriya Kurd hatiye vê astê û ev pêşketina di Rojnamegeriya Kurd de cihê serbilindiyê ye." 
 
Di 22'yê Nîsana 1898’an de yekem rojnameya kurdî “Kurdistan” li Payitextê Misrê Qahîreyê ji aliyê Miqdat Mîdhat Bedirxan ve hate weşandin.  Ji ber ku Rojnameya Kurdistan wekî destpêka Rojnamegeriya Kurd tê dîtin, her sal  22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Di qada ragihandinê de cihesk din ku rola xwe di pêşketina ragihandina kurdî de lîst jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku bi şoreşê re di warê ragihandinê de gelek gavên mezin avêtin. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tv, ajans, rojname, kovar û radyoyên ku bi zimanê kurdî bi awayekî azad weşanê dikin hene. 
 
Bi minasebeta 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd, xebatkara Radyoya Star FM, Medya Silêman nêrîna xwe û hestên xwe bi me re parve kirin. 
 
‘Roja Rojnamegeriya kurdî girîng e’
 
Medya di destpêkê de Roja Rojnamegeriya kurdî pîroz kir û wiha got: “Di serî de ez vê rojê li tevahî rojnamegerên kurd pîroz dikim û  û bi taybet jî rojnamegerênn jin. Em hemû rojnamegerên kurd ku di oxira rastiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Rojnamegeriya kurd bi bedêlên giranbûha hate vê rojê.  Ji dîrokê bigire heta roja îro gelek zextên mezin li ser kurdan hene.  Kurdistan herdem bi pilan û tifaqên pir qirêj re rûbirû maye. Welatê kurdan herdem hate parçekirin. Heta roja îro jî kurd biçin kuderê tên girtin, binçavkirin, îşkencekirin û tên qetilkirin. Lê li gel van hemû pêkanînan jî kurd tucaran tune nebûn. Ji ber ku Gelê Kurd gelekî berxwedêr e. Li kêlek vê têkoşînê Rojnamegerên kurd jî ji bo ku rastiyê derbixînin holê herdem di qada ragihandinê de têkoşiyan e. Ger îro Rojnamegeriya Kurd hatibe vê astê, ev ji ber ku pêşengên kurdan gelek bedêl û têkoşîn dane ye. Kesên ku dîroka netewekî biparêzin nivîskarin. Lê rola rojnaman jî di parastina dîrokê de girîngiya xwe dide der. Em bi saya vê roja destpêka rojnamegeriyê, bi zimanê dayikê nûçe pêşkêş dikin. Hêstên vê rojê giringiyek mezin dide mirovan. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek hevalên rojnamevan da ku dengê rastiyê nîşanî cîhanê bidin canê xwe feda kirin.”
 
‘Desthilatdar çavên rastê hedef digire’
 
Medya balkişand ser pêkanînê desthilatdaran li dijî rojnamegeran û wiha domand: “Desthilatdar ji bo ku rastiya wan dernekeve holê, rojnamegeran armanc digirin. Îro li Bakurê Kurdistanê rojnamegerên ku rastiyan derdixîn holê, yekser ji aliyê dewleta tirk ve tên girtin. Ne tenê rojnameger di heman demê de, nivîskar û rewşenbîr jî tên girtin. Rojnameger rastiyan bi kamera û pênûsa xwe pêkanînên serdest dikin belge dikin. Di şerê Efrîn û Serêkaniyê de jî dema rojnamegeran ew êrîş belge dikirin, yekser hedef dihatin girtin ji bo ku hovîtiya wan dernekeve holê. Dijmin naxwazê rastiya wan a hovane derkeve holê.  Ji ber ku dizanin li dijî gel sûc dikin. Desthilatdar çavê rastiyê hedef digirin.” 
 
‘Rejîmê nedihêşt em bi zimanê kurdî biaxivin’
 
Medya zextên Rejîma Baasê ku nedihişt Rorjnamegeriya Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêş bikeve jî wiha anî ziman: “Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk were, Rojnamegeriya Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qels bû. Wek siyaseta dewleta tirk, Rejîma Baasê rojnamegeriya bi kurdî li vir qedexe kiribû. Rejîma Baasê li dibistanan nedighişt ku em bi zimanê kurdî biaxivîn. Heta mamosteyên kurd jî nikaribûn bi kurdî biaxivîn. Ger ku kurd karkerên Rejîmê bûna û bi kurdî biaxiviya, ji kar dihatin derxistin û mûçeyê wan dihat birîn. Rejîma Baasê pergala yekperestiyê feriz dikir.  Ev zext dibûn sedem ku rojnamevaniya kurdî dernekeve holê. Bi hezaran dayikan bi awayekî veşartî kar dikirin û gelek zext li wan dihatin kirin.”
 
‘Jin bi pênûsa xwe dibin dengê jinan’
 
Medya da zanîn ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Rojnamegeriya Kurd rola xwe lîst û wiha domand: “Piştî çirûska 19’ê Tirmehê Rojnamegeriya Kurd li herêmê pêş ket. Bi gavên pir biçû pêşketinên mezin pêk hatin. Em bûn yên ku ev şoreş pêk anî û emin ên ku ji bo vê şoreşê mayînde bikin bixebitin. Gel bi zaninebûn û zehmetiyek mezin pêşengtiya şoreşê kir û em gihîştin astek pir mezin ku Rojnamegeriya Kurd jî gelek pêş ket. Jin berê di bin zextek mezin de bûn û îro bi hezaran jinên ciwan kamera girtine destên xwe û bi pênûsa xwe dibin dengê jinê. Pêşketinên ku di Rojnamegeriya  Kurd de pêk hatin, cihê serbilindiyê ne. Jinan ji şoreşê re pêşengtî kir û di nava vê şoreşê de xebatên Rojnamegeriyê jî pêş xistin. Îro Tv, radyo û ajansên jinan vebûne û hemû karmendên wan jin in. Di saziyên giştî de jî rûyê ku herî zêde derdikeve pêşê  jinê ye. Jinan bi berxwedana xwe civaka kevneperset têk bir. Jin di nava şoreşê de bûn, pêşengtiya şoreşê kirin û niha jî di nav de ne.”
 
‘Jinên ciwan bila berê xwe bidin xebatan’
 
Medya herî dawî Roja Rojnamegeriya Kurd li tevahî rojnamevanan pîroz kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em vê rojê  li tevahî rojnamegerên kurd pîroz dikin û em rojnamevanên ku canê xwe di oxira rastiyê de feda kirine bi bîr tînin. Bi hezaran şehîdên me ji bo me kedek mezin dan ku îro em dikarin bi awayekî rihat zimanê xwe biaxivin û derkevin ser  dîkê. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê her kameraya wan di destê xwe de bihêlîn. Em dixwazin bibin çavên rastiyê. Em bang li jinên ciwan dikin ku tevlî kar û xebatên Rojnamegeriya Kurd bibin. Pêwiste em zêdetir kedê bidin ku xwedî li şoreşa xwe derkevin. Em dengê jinên şoreş pêk anîn e.”