ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 20 Nîsan 2022
  • Rojev
*Jinên Êzdî yên Efrînê derbarê Cejna Çarşema Sor de axivîn û gotin: "Êzidî di 74 fermanan re derbas bûye lê dîsa jî me dev ji kevneşopî û çanda xwe bernedaye. Ji ber ku çanda me nasnama me ye. Bila dijmin baş zanibe ku em tu carî jî dev ji çand û kevneşopiyên xwe bernadin." BI DÎMEN
 
* Xanim Kiliç a 46 salî ku jiyana wê di nav tundî û îşkenceyê de derbas bûye, bi têkoşîna xwe li ser piyan e. Xanima ku ji pergela mêt qebûl nekir wiha dibêje: “Wekî min gelek jin hene ku tundî û îşkence li wan tê kirin û nikarin derdê xwe bibêjin. Lê dibêjim bila li hemberî tundiya li wan tê kirin bêdeng nemînin.” DÎMEN HEYE 
 
*Xebatkara Star FM, Medya Silêman Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir û got: “Bi bedelên giran ku pêşengên kurd dane îro Rojnamegeriya Kurd hatiye vê astê û ev pêşketina di Rojnamegeriya Kurd de cihê serbilindiyê ye."  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku şîrîkatiya PDK’ê ya bi Tirkiyê re ne li ser berjewendiyên Gelê Kurd e û got: “Em ji dîrokê ve bûne şahidê polîtîkayên dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û dewletên hegomonik. Em van polîtîkayan nas dikin lê belê em yekitiya PDK’ê ya bi wan re qebûl nakin.” BI DÎMEN 
 
*Doza der barê Onur Gencer yê Denîz Poyraz qetil kir, di 29’ê Nîsanê de wê bê dîtin û jinan ji bo vê bang kirin: “Em ê heta dawî li doza Denîzê derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Şêrîn Hesen, diyar kir ku pêkhateya demokrafîk a Efrînê ku beriya dagirkeriyê bajarê jinan bû, hatiye guhertin û jin dibin hedef û got: “Dixwazin bi revandin, hedefgirtin, binçavkirinan berxwedana jinan di bin siya xwe de bihêlin. Em bang li parêzvanên mafên mirovan ên ji çar aliyên cîhanê dikin ku û çavdêriya herêmê bikin."  BI DÎMEN 
 
* Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî, diyar kir ku armaca dîwar danînê tê wateya qehîmkirina sînorên netew dewletan û got: "Sînorên di navbera Îran û Tirkiyê, Sûriye û Tirkiye, Iraq û Sûrî de hidûd bi danîna dîwaran tê kahîmkirin. Armanc dikin ku emrê xwe dirêj bikin. Li piştperdeyan planan dikin û hedefan diyar dikin û nakokiyan diafirînin." BI DÎMEN 
 
* Jinên ku me pirsa ‘kî karker kî pantron e’ ji wan kir diyar kirin ku dewlet jî daraz  û polîs jî xwe wek patron dibînin û ji ber vê jî mafê gotinê yê karkeran tune ye. Jinan daxuyakirin ku divê jin li dijî pirsgirêkan xwe rêxistin bikin û bang kirin ku di 1’ê Gulanê de li qadan bin. DÎMEN HEYE
 
* Jinên li gundê Xanesorê ya Şengalê dijîn bertek nîşanî êrişên Arteşa Iraqê û dîwar lêkirina di navbera sînorên Rojava û Şengalê dan û gotin berxwedana êzidiyan dê bi her awayî bidome. BI DÎMEN 
 
*ŞEHBA- Jinên Efrînî ên koçber ku li Wargeha Serdemê ya Kantona Şehbayê dimînin, têkildarî qutbûna gazê û dorpêçiya li ser herêmê de axivîn û  wiha gotin: "Dorpêçiya Rejîma Suriyê li ser Şehbayê bandorek mezin li ser kesên koçber kiriye. Daxwaza me ew e ku bi lez riyên ku di navbera bajarê Helebê û herêma Şehbayê de ne bên vekirin. Her wiha divê pêdiviyên me û derman jî  ji bo debara jiyanê derbasî Şehbayê bên kirin." DÎMEN HEYE