'Nobeda Edaeltê' de êrîş hatin şermezarkirin

  • 16:37 19 Nîsan 2022
  • Rojane
 
WAN/ÎZMÎR - Di 'Nobeda Edaletê' ku li Wan û Îzmîrê berdewam kir de. Malbatên ku daxwaza berdana girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin kirin, êrîşên li ser başûrê Kurdistanê ên Tirkiyeyê jî hatin şermezarkirin.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin li pêş Kampusa Girtîgehên Wanê berdewam kir. TUHAY-DER, DBP, HDP, OHD, TÎHV, Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê û parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî di nav de piştgirî da malbatan. Destûr nehate dayîn ku malbat  daxuyaniyê bidin û destûr nehat dayîn ku rojnamevan bikevin qadê. Piştî ku destûr nehat dayîn malbatan daxuyanî li TÛHAY-DER’a Wanê da. 
 
Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr ku di civîna çapemeniyê de axivî, bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da. Edîbe, bi bîr xist ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û wiha got: “Îro li girtîgehan bi hezaran binpêkirinên mafan diqewimin û gelek girtî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest didin. Malbatên me jî ji bo ji binpêkirinên mafan ên girtîgehan re bêjin bes e hewl didin rojevekê ava bikin. Lê mixabin hêzên ewlehiyê vê asteng dikin û hewl didin êrişî dayikên me bikin. Nobeta edaletê ya malbatên me wê bidome. Em jî careke din ji vir dibêjin em li rex malbatên xwe ne.”
 
Îzmîr
 
Li Îzmîrê jî 'Nobeda Edaletê' di roja 48'emîn de li Baroya Îzmîrê berdewam kir. Îro jî rêxistina HDP'ê ya Navçeya Karbaglarê serdana nobedê kir. Ji xizmên girtiyan Xanim Yilidirim a ku xwest girtî serbest bên berdan got, "Em ji bo edaletê li vir in. Hevalê me 29 sal in di girtîgehê de ne. Li gel ku cezayê wan qediya ye jî nayên berdan. Li her derê li kurdan zilm tê kirin. Lê kurd naqedin."
 
Hevserokê Navçeya Karabaglar ê HDP'ê Îsmaîl Başçi jî got, "Em ji bo piştigiriya dayikan bikin li vir in û het dawî em ê li derve û li hundir li ber xwe bidin."