Li Şehbayê efrînî li dijî êrişan meşiyan

  • 15:15 19 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Herêma Parastina Medyayê daxuyaniyek da û her wiha têkildarî heman mijarê jî Meclisa Malbatên Şehîdan meşek girseyî li Şehbayê dar xist.
 
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan ya Herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Herêma Parastina Medyayê daxuyaniyek dan. Piştre derbarê heman mijarê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, bi dirûşmeya "Hevkariya PDK'ê bi Tewleta Tirk re îxanete" meşeke girseyî li ser rêya gundê Til Qirah heya Wargeha Serdem a Şehbayê, li dar xistin. 
 
Hemû endamên Rêveberiya Xweser, şêniyên Efrîn û Şehbayê bedarî meşê bûn. Di meş û daxiyaniyê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan, alên wêneya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, wêneyên pekrewanên Berxwedana Serdemê hatin hildan. Her wiha beşdarvanan pankertên bi nivîsa "Bimire xiyaneta PDK'ê", Em piştgiriyê didin Zap, Garê, Avaşîn û Gerîla ne" hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Silêman ve hat xwendin. 
 
Daxiyaniya ku hat xwendin wiha ye:
 
"Em bi xembarî rojane bûyerên ku li derdora me diqewin dişopînin, ew bûyerên ku bi rêya komployan dixwazin vîna gelê kurdistanê têk bibin, faşîzma dewleta tirk her dem hewldide bi tevahî hêza xwe tune bike. 
 
Ev operesyona herî dawî ku li dijî çeperên gerîlayên azadiyê li başûrê Kurdistanê û bi hev kariya partiya demokratîk kurdistanê PDK'ê û bi hêzekî hewayî û maşînekî leşkerî ya kujer ku daye destpêkirin, di heman demê de destê xwe di xwîna bi dehan kes û gerîlayên azadiyê de heye. Hem wextî van kiriyaran hemiyan, di nava li hevkirinekê ye bi riya hevpeymanên veşartî bi hikûmeta 'El Kazîmî' ya Îraqî re, ji bo ku dest bi êrîşekî hevbeş bikin bi ser Şengalê de û vîna gelê me tune bikin.
 
Em bûyerên ku rû didin li derdora me bi lez di ber çavan re derbaskin û bixwînin, 100 sal li ser komploya navdewletî li ser gelê me bi rêya hevpeymana Saykês Bîko re derbas dibe ev hevpeyman ku gelê kurd ji mafên wan yên rawa mehrûm kir, ji bo ku welatekî netewî ji bo xwe avabikin mîna tevahî gelên herêmê, baş hat diyarkirin ku di sedsala 22'an de, ji aliyê hêzên hegemonîst ve ku û bi riya nexşe riyên ku didin çêkirin, her dem dixwazin ku gelê kurd bibe gelêkî penaber, bê cih û war bin, bi êşan re her dem rû be rû bimînin, kuştin, talan kirin, ev tişt tevahî li ber çav û guhên cîhana ker û lal ê ku bi mafê gelên bin dest napejirîne diqewimin.
 
Ji gelê kurd tevahî tê xwastin ku rewşa seferberî raghînin,derkevin qada, êrîşên dewleta tirk ku dixwaze vîna gelê kurd bi riya maşînên kujer têkbibe, şermezar û lenet bikin, ew êrîşên ku tu encam li bermberî berxwedana gerîla bi dest nexistin, ew berxwedanaa  gerîla a ku mînak û destanênên herî şênber bûn ji bo cesaret û fedayîbûnê. Dubare ev hevpeymanên ku tên çêkirin em lenet û şermezar dikin, ev hevpeymanên ku di navbera hikûmeta El Kazîmî û Dewleta Tirk ku vîna gelê me yên Şengalê ji xwe re dike hedef, ew gelê ku dixwaze  birîna xwe derman bike û êş û azara ku kişandî bi deh salan, ji zilm, xemgînî, û fermanan, rizgar bibe, fermana herî dawî ku bi serê Şengalê de hat. Bi destê DAIŞ'ê ku di bin navê îslamê de her tişt helal û rawa kirin, ji  hurmeta Şengal û gelê wê ve û kuştin û koçberî maf ji bo xwe dîtin, ev bûyer û hewldanên ku nû rû didin ji aliyê Dewleta Tirk û Iraq û PDK ve ji bo ku bi ser tecrubeya pêşengtî û parastin û rêxistinkirina gel ku dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe di tevahî asoyan de, piştî ku hertim  bi kuştin û koçberiyê re ru be ru mabû. 
 
Kiryarên ku 'Heşde el Şeîbî' pê radibe cihê şermezarkirin û lenetê ye ji aliyê gelê kurd, yên ku li her dera cîhanê ne, ev kiryar wê encamên qirêj bi xwe re li ser giştî cîhanê  bîne. Ji ber wê jî pêwîste ku hêzên siyasî ên kurdî ev berpirsyartiya dîrokî rakin ser milê xwe û derfetê nedin ji bo ku rewşa Şengal bikeve bin metrsiyê de ji ber wê bandora xwe li ser tevahî Kurdistanê bike, armanca Dewleta Tirk û kesên ku destek didin wî ve diyare, dixwazin  ambargoyê li ser Rojava ferz bikin, û kurdistanê ji hev parçe bikin, ji bo ku bi hêsanî bibe nêçîra siyaseta wan a qirêj.
 
Nameya me ya Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji bo gelê me yên Şengalê ew e ku em ê kêlî bi kêlî bi we re bin di yek çeper û mewzîyê de ji bo ku em mîrasa şehîdên xwe biparêzin, ji deskeftî û aramî, di heman demê de rizgarkirian cihên me yên pîroz ji destê zalimên ku di şexsê faşîzma toranî de li pêş e, di heman demê de pêkanîna xewna gelê kurd ji bo azadî û xweserîkirina xwe, di dawiyê de banga me ji tevahî hezkiriyên mirovahiyê re ye, ji bo alîkariya gelê me yê Şengalê bikin  ku rê nedin ji bo komkujiyên dîrokî careke din di derheqê gelê me yê şengalê de pêk neyên. Ev gelê hezkiriyê aşîtiyê û li ser axa bav û kalên xwe dijîn. Em di wê baweriyê de ne ku vîna gerîla wê bi serkeve li beramberî hovîtiya Erdogan û wek her tim ew ê parçeyên leşkerên xwe li pey xwe bikşînin û bermahiyên bêhêviyê lê diyar bibin û weke ku her tim gerîla soz daye me wê biserbikevin."
 
'Dem dema rumetê ye'
 
Endama Meclisa Kantona Efrînê Şaziye Îbrahîm balkişand ser xiyaneta PDK'ê û malbata Barzanî û got: ""Malbata Barzanî careke din xiyanet li gelê kurd dike. Ev êrîşa ku niha li Herêma Parastina Medyeyê pêk tê, ne tenê bi destê PDK'ê û dewleta tirk e. Destê hemû dewletan tê de heye û di serî de destê Rejîma Sûriyeyê tê de heye. Heya niha çiqas êrîşî gerîlayên me li ser çiya kirine, lê her tim dijmin bi binketiye. Ji ber viya jî bila baş zanibin ku çiqas êrîş bikin em ji wan bi hêztirin, wê her tim dijinimê xwînvexwar bi binbikeve. Heya ku zarokên gelê kurd û biratiya gelan li ser rûyê erdê heye, serkeftin ya me ye. Malbata Barzanî tu carî bila nebêjin em kurd in, ji ber ku malbata Barzanî pisamamên dewleta Îsraîl e. Em rihet nasekin ji ber ku dem dema azadî û rumetê ye."
 
Herdu çalakî bi diruşmeyên "Bimire faşîzm û operesyona wê a qirêj ", "Bimire îxanet" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.