'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 407 roj in didome

  • 14:40 19 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobete Edaletê"ya Malbata Şenyaşar 407 roj in didome. Malbatê îro di çalakiya xe de ev peyam da: "Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 407’emîn de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê û li ser derenceyên edliyeyê nobeta xwe dane destpêkirin. Dayik û kur ên pêşmalkên ku li pêş “Ji bo malbata Şenyaşar edalet ji bo herkesê edalet” û li paş wan jî “Em edaletê dixwazin” kirin ber xwe, pankarta ku “Nobeta me ya Edaletê di roja 407’emîn de berdewam dike. Ez naxwazim li pêş edliyeyê bimirim. We zarokên min û hevjînê min li nexweşxaneyê qetilkirin. Pêdiviya nivîyên min ên sêwî man bi min heye” vekirin. 
  
Ferît Şenyaşar diyar kir ku lêgerîna wan a edaletê “Di bin zilmê de” berdewam dike û wiha got: “Komkujiyeke ku li saziya dewletê hatiye kirin heye. Hemû rayedar bûyerê dizanin lê ji ber kesê komkujî pêk anî parlamenterê AKP’ê ye her kes bêdeng dibe û temaşe dike.”
 
Li aliyê din malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Wekî ku qetilkirina 3 ferdên malbata me ya li nexweşxaneya dewletê têra wan nake, lêgerîna me ya edaletê ya li ber 'Edliyeya Rihayê' karaktera bêperwa ya desthilatê bi têrkerî rave dike. Li dijî pergala edaletê ku naxebite, li bende mayîna me ya li pêş edliyeyê di roja 407’emîn de berdewam dike.