Şêniyên Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan

  • 14:37 19 Nîsan 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Yekitiya Jinen Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyeyê, bi dirûşma “Li dijî Îxanet û dagirkeriyê banga azadiyê” meşeke girseyî li darxistin.
 
Bi sedan  ciwan û şêniyên Kantona Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk herkin qadan. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan, alên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclisa Malbata Şehîdan û wêneyên Şehîdan hatibûn hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Meşê ji qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmên “Bimire Îxanet”, “Bê serok jiyan nab e” heta  qada Şehîd Egîd berdewam kir û girse li wê rawestiya. Ji bo bîranîna tekoşerên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin û paşê li ser navê Mecîlisa Malbata Şehîdan Eyşê Efendî axivî.
 
‘Gelê Kurd bi dehan salan li ser piyan ma ye’
 
Eyşeyê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku kes nikare riya şoreş û berxwedana Gelê Kurd bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, gelê ku li hemberî dagirkeriyê sekinîn û berxwedan. Tu carî em ranawestin, em ê her tim gerîla bin. Em sed carî amade ne û em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em gelê ku bi dehan salan li ser piyan maye û bi hezaran jî şehîd daye ne. Ev gel wê  heta dawî li ber xwe bide  û şoreşa xwe ji berê bêhtir berfirehtir bike.  Ev gel dê rê li ber hewildanên qirkirinê bigire û bibe sembola azadiya tevahî cîhanê.”
 
Meş bi dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Bimire Îxanet” bi dawî bû.