Li dijî êrişan li Mexmûrê meşeke girseyî hat lidarxistin

  • 14:00 19 Nîsan 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li dijî operasyona Arteşa Tirk a ku bi hevkariya PDK'ê pêk tê, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin.  
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), li dijî operasyona Arteşa Tirk a ku bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve li hemberî Qada Parastina Medyayê ya li Herêma Federal a Kurdistanê hatî destpêkirin, meşeke girseyî li dar xist. Ji 7 salî heta 70 salî gelê wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehidan Kom bûn û heta li ber seyteraya hêzên Iraqê ve meşiyan. 
 
Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedan gerila", "Bimre îxanet", "Bimre îxaneta PDK'ê" û "Bimre îxaneta Iraqê" hatin berzkirin. Meşa ku li ber asayîşa Iraqê bi dawî bû li vir daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel a Demokratik Fîlîz Budak ve hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
Gelê Mexmûrê berxwedêr ku ev 30 sale bi têkoşina azadiyê re li ber xwe dide û li ser piyan e. Em dizanîn di salên dawî de ji bo temamkirina sedsalê dewleta dagirker, dagirkirina herêmên Kurdistanê ji xwe kiriye armanc ku bi kare xwe li ser lingan bigire. Dewleta Tirk a qirker ji bo bikare itifaqa AKP-MHP li ser lingan bigre, qirkirin û tunekiran kurdan ji xwe re esasgirtiye. 
 
Ji bo bikare emelê xwe yê dijî mirovahiyê pêkbinin dest bi operasyoneke berfireh a dagirkirina herêmên başurê Kurdistanê, dagirkirina Herêmên Parastina Medyayê kiriye. Li cihên ku destkeftiyên Gelê Kurd lê heyî yên weke, Herêmên Parastina Medya, Şengal, Mexmûr û rojavayê Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc û êrişê wan dike. 
 
Bi rojane dewleta Tirk a fişîst li pêş çavê cîhanê starta vê operasyana qirkirina Gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê dide. Bêdengiya ku ji aliyê kesên ku dibêjin em parêzvanê mafê mirovane, bêdengiya hêzên navnetewî ji şirikatiya vê operasyonê te. 
 
Di 16’ê nîsanê de çûyina serok eşîrên mala Barzanî li gel dîktator Erdogan û roja piştî wê destpêkirina vê operasyonê û daxyaniya ku ji aliyê hêzên Tirk ve tê dayin ku di bêjin ‘Me bi hevkarên xwe dest bi operasyonê kiriye’ vê îxanet û şirikatiya mala Barzanî û ya PDK radixe li ber çavan. 
 
Di vê meha Remezana pîroz de, AKP ya ku di bêje ez Misilmanim, êrişê hêzekî Misilman, êrişê hêzekî xwe di pozîsyona di parastinê de dike. Hêzên PDK’ê eşîra mala Barzanî bûye hevkarê vê êrişê. Bi çeteyên Hêzên Golan, Hêzên Roj li Herêmên Parastina Medyayê xwe bi hêz dikin û rê ji Dewleta Tirk re vedike.
 
Li Îraqê ji şeva din heya niha Hêzên Îraqê êrişê Şengalê dikin. Hêzên Îraqê deriyê xaka xwe ji Dewleta Tirk re vekiriye ku hem êrişê Mexmûrê û hem ji êrişê Şengalê bikin.
 
Ji dîrokê heya roja me ya îro tu hêzên xwînxar li hemberî îradeya gel, li hemberî hêza gel bi ser neketiye û îro jî wê hêzên xwînxar li hemberî hêza gel, hêza gerila mezin binbikeve. Dê dîroka sedsala 21’an şahidiyê vê berxwedanê û serketina gel bike. Ji bo vê yekê bangwaziya me ji bo Gel Kurd ev e ku zarokên we li serî ciyan li ber xwe didin. Zarokên xwe bi tenê nehêlin. 
 
Şengal 74 fermana re derbaz bû em rê  nedin fermaneke din. Mexmûr 30 sal in bi hesreta welatê xwe dijî, em rê nadin ku kesên ku ji bo eşqa welat penaberiyê jiyan dike li welatên penaberiyê bi bombarduman re rûbirû bimine. Ji bo parastina nasnameya kurdê azad, ji bo xwedî li derketina Projeya Neteweya Demokratik, ji bo parastina xaka xwe em mil bidin milê Mexmûr, Şengal û gerilayên serê çiya û em parastina şeref û namûsa xwe, parastina gel û xaka xwe bikin."
 
Çalakiya gelê Wargeha Mexmûrê bi dirûşma "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Berxwedana gel", "Bimire îxanet" bi dawî bû.