Ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
- 17:07 18 Nîsan 2022
- Rojane
AMED - Li Amedê ji 66 kesên hatibûn binçavkirin, 62 kes hatin berdan û 4 kes jî hatin girtin.
Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Amedê de 66 kes bi hêceta “pîrozbahiya Newrozê” hatibûn binçavkirin. Ji van 66 kesan 62 kes hatin berdan û 4 kes jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Mîr Alî Koçer jî di nav vê koma binçavkirî de hatibûn binçavkirin û hatibûn berdan. Dadgehê bi giştî 62 kes berdan û Înanç Mutlu, Farûk Azarkan, Recep Atan û Enver Guler jî bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” da girtin.