Meclîsa Malbatên Şehîdan êriş şermezar kir

  • 16:08 18 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Herêma Parastin Medyayê daxiyaniyek dan û gotin: "Em êrşên dewleta tirk a dagirker ya ku bi hevkariya PDK'ê  bi tundî şermezar dikin. Armanca dikin ku proja Rêveberiya Xweser têk bibin. Lê em rê nadin dagirkeran."
 
Meclisa Mlbatên Şehîdan a herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Herêma Parastin Medyayê li gundê Til Qirah a navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê, daxuyanî dan. Hemû endamên sazî dezgehên Rêveberiya Xweser beşar bûn. Her wiha beşdarvana di daxuyaniyê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan û alên wêneya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîta Perwedê ya Maclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hêvî Silêman ve hat xwendin. 
 
Daxiyanî wiha ye: 
 
"Bi navê meclîsa malbatên şehîdan û hemû saziyên herêma Efrînê, em êrşên dewleta tirk a dagirker ya ku bi hevkariya PDK'ê ve li ser Herêmên Parastina Rewar Metîna û Zap bi tundî şermezar dikin. Ragihandina dewleta tirk ya dagirker destpêkê kirina êrşên dagirkeriya faşîzimê li Başurê Kurdistanê bi hevkariya PDK'ê re her ku diçe berferh dibe. 
 
Ji şevê çûyî ve bi rêdana malbata Berezanî ya desthiledar xayîn û sîxor ku roj bi roj dijmantiya wan aşkere dibe. Armanc jê şikandina vîn û îradeya kurd û têkbirina tevgera rizgariyê ye, ku bixwe bin desthiledariya tirkiyê de ku rê bidin kurdê baş yên dijmantiya tevgera rizgariyê dikin. Li gorî faşîzimê têkbirina Projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhelatî Sûriyê, ji bo ku girêdana gel a razberî  û madî bi tevgera rizgariyê û Rêber APO  ji hev du qutbikin. Bi teybet ji milê girêdana rihî atîfî ve. Armanc jê ku me bikine qurbanî sîstema cîhanê ya nû ku tê avakirin û şerê  heyî ve. Mîna şerê cîhanê yê yekem ku bi serê  Ermen û Sûriyan re komkujî Sêfo û bi Cûhiya komkujiya Hîlokostê pêkanîne û dane koçber kirin. 
 
Îro jî dixwazin me bikine qurbanî şerê  cîhanê  ya sêyemîn jî  yê ku bi şerê kendavê yê duyemîn re destpêkirî û hilweşandina yekîtiya Soviyêtê  û desthiledariya tek alî yê cîhanê ve, lê tenê riya çareserî  berxwedaniye û xurt kirina tevgera diplomasiya kurd li dervaye û îtîfaq û hevgirtina hemû pêkhateyane li her cihên ku Kurd lê dijîne û pêkanîna projeya netewa demokratîk, ew e ku bi xwe bingeha xurtkirina berxwedaniyê ye û sekinandina vê şerê plankiriye. Em dizanin  ne tenê kurd qurbanin lê hemû  pêkhate jî wê bibin qurban. Ji ber ku em  beşekî ji pirsgirêk û çareseriyê ne. Divê ku malbata Barzanî were teşhîrkirin  ji ber ku bûne weke nexweşiya penceşêrê di laş de. Malbata Barzanî û siyaseta wan û ENKS'ê ve divê  her kes xwedî mafdar tevlî  hêza parastinê bibe  da ku vê komployê têkbibin. 
 
Em weke malbatên şehîdan û hemû saziyên li herêma Efrînê li Şehbayê bi tundî van êrişan şermezar dikin. Bangawaziya me ji meclîsa ewlekariyê û hemû saziyên mafdar re heye ku vê şerê qirêj û dagirkeriyê bisekinînin û zextê bidin ser dewleta dagirker ya faşîzimê  ku cezabikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re", "Na ji xiyanetiyê re" û "Bjî berxwedaniya gerîla" bi dawî bû.