Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê

  • 14:49 18 Nîsan 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 406’emîn de didome. Emîne Şenyaşar îro bi hinceta “heqaretê” cara 16’emîn ji bo îfadeya wê bê girtin, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 406’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyê û dest bi nobedê kir. 
 
Ferît Şenyaşar da zanîn ku 406 roj in ji bo edaletê pêk were têdikoşin û got: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîamek hat kirin. Ji waliyê Rihayê bigire heta Serokkomar her kes vê yekê baş dizane. Di daxuyanî û şahidiya doktorê beşa lezgîn ê nexweşxaneyê de hene ku ka qetlîamek çawa hatiye kirin.” 
 
Ferî, da zanîn ku dawxaziya wan tenê ew e ku dewleta hiqûqê bê şixûlandin û her çiqas muxalefet dixwaze ku bûyer bê lêkolînkirin lê bi dengê AKP’ê tê redkirin û parlamenterê vê yekê red dikin jî şirîkê zilmê ne. Ferît anî ziman ku dayika wî hevjîn û du zarokên xwe winda kiriye û 406 roj in li ber edliyeyê ye li benda edaletê ye û naxwaze li ber edliyê bimire û xwest êdî ev zilm were bidawîkirin. 
 
Li aliyê din kêliya ku Emîne Şenyaşar nobedê didomand ji aliyê polîsan ve hinceta “heqaret” kiriye wê birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê ku îfadeya wê bê girtin. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî polîsan da û got: “Hûn me qereqol bi qereqol digerînin. Biçin îfadeyên kesên ku zarokên min qetil kirine, bigirin. Me rehet berdin.” 
 
Polîsan gefa binçavkirinê li malbatê xwar. Parêzerên malbatê bi polîsan re hevdîtin kirin li ser vê yekê Emîne Şenyaşar cara 16’emîn bi hinceta “heqaret kiriye” birin Midûriyeta Polîsan. 
 
Hat zanîn ku Emîne Şenyaşar wek bertek nexwestiye îfade bide polîsan û gotiye dê îfadeya xwe li dozgeriyê bide. Nehat diyarkirin ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li kê kiriye.