Şermîn a 5 zarokên wê girtîne: Zarokên xwe nabînim

  • 09:17 18 Nîsan 2022
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Şermîn Ertunç ku 5 zarokên wê grtî ne û surgunê bajarên dur hatine kirin diyar kir ku yekane daxwaza wê zarokên wê sewqî girtîgehên nêz bên kirin û got ew di vê cejnê de dixwaze 5 zarokên xwe jî bibîne.
 
Li girtîgehên ku tecrîd her diçe giran dibe di sê mehen dawî de 15 girtiyî jiyana xwe ji dets dan. Binpêkirinên mafan li girtîgehan her diçe zêde dibin û li gorî daneyên ÎHD’ê 600 jê giran herî kêm hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Xizmên girtiyan bi armanca ku girtiyên nexweş bên dermankirin û polîtîkayên tecrîdê bên rakirin li Stenbol, Amed, Wan û Îzmîrê çalakiya nobeta edeletê dan destpêkirin û hewl didin li dijî van polîtîkayan dengên xwe bidin bihistin.
 
Jina bi navê Şermîn Ertunç ya li taxa Bulak a Colemêrgê dijî, wêneyê polîtîkaya girtîgehan nîşan dide. 5 zarokên Şermînê girtî ne. Temenê zarokên wê yên di navbera 14 û 27’an de diguherin di çarçoveya endamtiya rêxistinê de di demên cuda de hatine girtin û bi cezayên giran hatine mahkumkirin. Kurê wê Firat di 2009’an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê 16 sal ceza lê hat birîn. Salekê li girtîgeha Tîpa F ya Wanê tê girtin û piştre surgunê girtîgeha Rîzeyê, piştî demekê jî surgunê girtîgeha Tîpa T ya amedê tê kirin.  Kurê wê Ferhat jî di sala 2014’an de di 14 salî de bi îdiaya aendamê YDG-H’ê ye hat girtin û ewil birin girtîgeha Tîpa F ya Wanê û piştre jî surgunê Sîncan a Enqereyê û surgunê Trabzonê hat kirin. Kurê wê Alî di 2012’an de bi îdiaya alîkariya rêxistinê hat girtin. Alî niha li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye. Murat di 2010’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’  20 sal ceza, Recep jî  ji heman sûcî 10 sal ceza lê hatiye birîn. Murat û Recep li girtîgehên Tîpa F ya Wanê man û piştre surgunê Muşê ji wir jî surgunê Tekîrdagê hatin kirin.
 
Şermînê da zanîn ku ji ber polîtîkayên surgunê û ji ber her yek li cihekî ne nikare zarokên xwe bibîne û got bila ev zilm bidawî be.
 
‘Êdî bes e, bila ev zilm bidawî be’
 
Şermînê diyar kir ku 5 zarokên wê jî surgunê girtîgehên bi kîlometreyan dur hatine kirin û bi salane zarokên xwe nabîne û wiha vegot: “5 zarokên min girtin. Hemû jî li girtîgehên dur  in. Ez nikarim biçim yekî jî bibînin. Li Wanê girtîgeh heye çima dibin wan deran? Kurê min Ferhat ji Wanê 4 meh berê birin Trabzonê. Agahiya me tunebû. Hevalên wir ji malbatan re gotibûn. Ev zilma li me tê kirin bila êdî bidawî bibe.”
 
‘Ji yekî jî agahiya min tune ye’
 
Şermînê destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan zextan li girtiyên nexweş dikin û bi kelepçê dermankirinê ferz dikin, mafê xwegîhandina tenduristiyê ji wan tê girtin. Şermînê wiha bertek nîşan da: “Em malbat van zextan qebûl nakin. Kurê min Recep nexweşe. Her tim ji ser hişê xwe diçe. Birine nexweşxanê destê wî kelepçekirî bûye û wî jî nexwestiye wisa derman be. Kurê min Firat nexweşiya wî kronîk û ya dil heye. Ez ji zarokên xwe dur im. Agahiya min ji wan tune ye. Hefteyê carê telefon dikin. Ew jî 10 deqeyan didome. Em tiştekî ji axaftina xwe fêm nakin.”
 
‘Ez dixwazim di cejnê de 5 zarokên xwe jî bibînim’
 
Şermînê dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Berê bavê zarokên min hebû, piştî jiyana xwe ji dest da ez tenê mam. Ev 5 sale zarokên xwe nabînim. Tenê kurê xwe yê li Wanê dibînim. Ew jî di şertên zehmet de. Ez dixwazim 5 zarokên xwe jî di cejnê de bibînim. Kezeba min dişewite. Yakane daxwaza min ev e ku zarokên min bînin girtîgehek nêz.”