Êrîşî avahiya HDP'ê ya Çukurovayê kirin

  • 14:23 17 Nîsan 2022
  • Rojane
 
EDENE - Hinek kesên nasnameya wan nehat zanîn êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Çukurovayê kirin. di encama êrişê de zerara madî çêbûn. 
 
Hinek kesên nasnameya wan nehat zanîn êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çukurovayê kirin. Di encama êrişê de alayên HDP’ê hatin şewitandin û tabelaya avahiya partiyê hate jêkirin. Di êrişê de zara madî gihişt avahiya partiyê. Heta niha jî têkildarî êrişê kesek nehatiye binçavkirin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên berê de êrîşî avahiya partiyê hatibû kirin lê tu kesek nehatibû binçavkirin.